Erdogan hişyariyê li ser encamên hevrikiyan û parçebûna deverê dide

Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê bi tundtirîn awayî êrîşa Hûsiyan a ser Balafirxaneya Navdewletî ya Şah Xalid a li Riyadê şermezar kir û peyama piştgiriya welatê xwe bo Siûdiyê tekez kir. Herwesa ragihand ku bo şandina peymannameya berevaniyê ya ligel Siûdî û Pakistanê bo Parlamentoya Tirkiyeyê bi merema pejirandinê kar berdewam in.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro Duşemê, 12ê Cotmeha 2026ê, di gotarekê de amaje da helwesta welatê xwe li beranberî aloziyên deverê û ragihand: “Helwest, hestiyarî û ew bingehên ku Tirkiye berevaniyê jê dike ron û diyar in.”

Erdogan herwesa got: “Em bi ti awayî ji nêrîneke neteweyî û mezhebî ve li rûdanan nanêrin, belku em dixwazin aşitî û tenahî li ser seraserî devera me zal bibe û li ser bingeha xwedîtiya herêmî, em dê bo çespandina aşitiyê li ser bizavên xwe berdewam bin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser êrîşa li ser Siûdiyê û got: “Li beranberî wê êrîşa neqanûnî û dijî mirovahiyê de, Tirkiye li kêleka Siûdiyê û birayên Siûdî radiweste. Di vê çarçoveyê de, em bi tundtirîn awa êrîşa ku di 10ê Cotmehê de ji aliyê Hûsiyan ve li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Şah Xalid a li Riyadê hatibû kirin şermezar dikin, ku bû sedema kuştina 12 kesan û birîndarkirina 309 kesên dî.

Erdogan hevxemiya xwe bo qurbaniyên wê êrîşê diyar kir ku hin ji wan umreker bûn û hêviya başbûna lezgîn bo birîndaran xwest. Di derheqa hevahengiyên leşkerî û ewlehî yên welatê xwe de jî, Erdogan ragihand: “Niha em li ser dezgehîkirina wê peymannameya berevaniyê ya ku me ligel Pakistan û Siûdiyê îmza kiriye berdewam in û em bo bicihanîna wê pêngavên pêdivî diavêjin.”

Navbirî tekez jî kir: “Kar berdewam in daku di rojên bê de proseya pejirandina wê peymannameyê bo Parlamentoya Tirkiyeyê bê şandin. Herwesa ew daxuyanî û gotgotkên ku bizavê dikin cihê Tirkiyeyê bi awayekê dî nîşan bidin jî, em red dikin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê herwesa hişyarî li ser encamên hevrikiyan da û got: “Bi nêrîna me, parvebûn û parçebûna li deverê tenê xizmeta berjewendiya wan aliyên xirabkar dike yên ku dixwazin devera me bikin gomeka xwînê.”