Qeterê geştên xwe yên asmanî bo Siûdiyê rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêla Asmanî ya Qeterê (Qatar Airways) ragihand, ji ber rewşa neasayî ya ewlehiyê, wan hemû geştên xwe yên asmanî bo her du firokxaneyên Riyad û Demamê yên li Erebistana Siûdiyê bi awayekî demkî rawestandin.

Kompaniyê îro 13ê Cotmehê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û da zanîn, ew bi hevahengiya ligel aliyên peywendîdar, ji nêzîk ve çavdêriya pêşveçûnên dawî yên li Siûdiyê dikin. Diyar kir jî, rawestandina geştan demkî ye û ji bo wan parastina canê rêwiyan û karmendan di ser her tiştî re ye.

Hêla Asmanî ya Qeterê herwiha daxwaz ji rêwiyan kir ku ji bo agahdarbûna ji rewşa geştên xwe, serî li malpera qatarairways.com an jî sepana taybet a kompaniyê bidin.

Ev biryara Qeterê piştî wê yekê tê, şeva borî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) ragihand ku li Riyada paytexta Siûdiyê dengê teqînên gelekî bihêz hatiye bihîstin. Di heman demê de, desthilatdarên Siûdiyê peyameke hişyariyê ya lezgîn ji welatî û şêniyên bajêr re şand, da ku xwe ji xetereyan biparêzin.

Di peyama hişyariyê de hatibû gotin: "Hişyarî! Herêm di bin gefeke asmanî ya dijminane de ye. Ji kerema xwe bi aramî tevbigerin, li nav malên xwe an li cihekî ewle û parastî bimînin, ji pencere û deriyan dûr bikevin û her tim pabendî rênimayên berevaniya şaristanî bin."

Pêştir jî, Desteya Giştî ya Fiorkxaniya Sivîl a Siûdiyê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû ku di encama êrîşa êvara Yekşemê, 11ê Cotmehê, ya li ser Firokxaneya Navdewletî ya Şah Xalid a li Riyadê de, kesekî canê xwe ji dest daye û 11 kesên din jî birîndar bûne.

Li aliyê din, tevgera Hûsiyan a li Yemenê berpirsyariya êrîşa roja Şemiyê ya li ser heman firokxaneyê girt ser milê xwe; ku li gorî zanyariyan ew êrîş bûbû sedema kuştina 13 kesan û birîndarbûna 309 kesên din.