Rêber Ehmed: Vekişîna hevpeymanan biryareke siyasî bû, ne biryareke ewlehî
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, biryara vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê bêtir biryareke siyasî ye, ne ku ewlehî be. Ehmed tekez kir ku metirsiya derketina DAIŞê hîn jî heye û çendîn gefên din ên nû yên mîna belavbûna madeyên hişbir berê xwe dane welêt.
Rêber Ehmed îro 13ê Cotmeha 2026an di çarçoveya paneleke "Dîdara MERI" de li bajarê Hewlêrê, bal kişand ser mijara vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê û çendîn pirsên din ên stratejîk ên girêdayî asayîşa navxwe û herêmê nirxandin.
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku hatina hêzên hevpeymanan bo Iraqê di sala 2014an de, li ser pêwîstî û daxwaza fermî ya hikûmeta federal a Iraqê ji civaka navdewletî pêk hatibû. Ehmed amaje bi wê jî kir ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê di sala 2011an de, Iraq ji bo rûbirûbûna terorê hewceyî piştevaniyê bû; lewma Hevpeymaniya Navdewletî hat damezrandin da ku piştgiriya lojîstîkî, asmanî û îstîxbaratî pêşkêşî dezgehên ewlehiyê bike.
Rêber Ehmed spasiya rola hêzên hevpeymanan kir û got: "Bi hevkariya hevpeymanan û bi taybetî bi rêya piştevaniya wan a asmanî, Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê karîn DAIŞê têk bibin û pişta wê bişikînin. Eger ev piştevaniya asmanî nebûya, rewş îro ne bi vî awayî ba."
Wezîrê Navxwe ew nêrînên ku dibêjin metirsiya DAIŞê bidawî bûye red kirin û got: "DAIŞa îro ji ya beriya sala 2014an xurttir e û gefa wê hîn xeternak e. Hizra tundrewiyê hîn jî li Iraqê maye û zemîna vegera wan heye, eger hikûmet xizmetguzariyan baş nekin û rêzê li mafên pêkhateyên cuda negirin. Ev vekişîn jî berpirsiyariyeke mezin dixe ser milê saziyên Iraqê."
Derbarê hewlên derxistina van hêzan de, Ehmed diyar kir ku derketin an vekişîna wan li ser daxwaza Iraqê bêtir biryareke siyasî ye ta ku ewlehî be, û pirsî: "Gelo saziyên serbazî û ewlehiyê yên Iraqê amade ne rûbirûyî van astengan bibin?"
Wezîrê Navxwe herwiha got: "Tevî ku rewş ji sala 2014an cuda ye, lê bêguman pêwîstiya van saziyan bi wê piştgiriyê heye. Eger pirs ji saziyên ewlehiyê bê kirin, dê bersiva wan ji ya wan siyasetmedarên ku zextê li derketina hevpeymanan dikin pir cuda be."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Rêber Ehmed hişyarî da ser gefên nû yên li ser Iraqê û destnîşan kir ku tenê DAIŞ nîne, belkî tawankarên sînorbendî, tawanên rêxistinkirî, gendelî û madeyên hişbir astengên herî mezin in: "Bandora madeyên hişbir ji terorê xetertir û mezintir e, ji ber ku ew gav bi gav malbat û civakê ji hundir de hilweşîne û wêran dike."
Her wiha Ehmed nîgeraniya xwe anî ziman ku pêşniyara îmzekirina rêkeftinên leşkerî yên dualî ligel Amerîka û welatên Ewropayê ji aliyê Bexdayê ve nehat pêşxistin û tekez kir: "Dosyeya ewlehiyê di navxwe de perçe nabe û Iraq nikare xwe ji pêwendiyên herêmî û navdewletî qut bike. Pêwîstiya vî welatî bi perwerdekirin, şiyana îstîxbaratî û çekdarkirinê heye; dabînkirina van pêwîstiyan bi rêya rêkeftinan gelekî hêsantir bû li şûna ku Hevpeyman werin neçarkirin ku ji Iraqê derkevin."