Êrîşî kompaniya Petrolê ya Yemenê li Senayê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kanala "El-Mesîre"yê ya girêdayî Hûsiyan belav kir ku êrîşî ser Kompaniya Petrolê ya Yemenê li Senaya paytext hatiye kirin. Ev rûdan piştî bihîstina dengê çend teqînên bihêz li wî bajarî tê û Hûsiyan jî hişyarî dabû ku di îhtîmala her bombebaranekê de, dê Balafirxaneya Navdewletî ya Riyadê û dezgehên kompaniya petrolê ya “Aramco”yê yên di nav axa Siûdiyê de bikin armanc.

Kanala “El-Mesîre”yê a zimanhalê koma Hûsiyan îro Sêşemê, 13ê Cotmeha 2026ê, di nûçeyeka lezgîn de piştrast kir ku Kompaniya Petrolê ya Yemenê li bajarê Senayê bûye armanca êrîşeke leşkerî. 

Pêştir jî kanala “El-Hedes”ê ji zarê çavkaniyên navxweyî yên Yemenê belav kiribû ku balafirên cengî çend êrîşên asmanî di nav paytextê de kirine û bi wê sedemê dengê teqînên mezin hat bihîstin.

Herwesa ligel amadekariyan bo wê êrîşê, Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî di peyamekê de li ser tora civakî ya "X"ê ragihandibû: “Hêzên çekdar ên Yemenê daxwazê ji hemî welatiyan dikin ku yekser wan armancan berdin û jê dûr bikevin ên ku hêzên me dikin armanc, heke dijminê Siûdî êrîşê bike ser ciyekî li Senayê.”

Berdevkê Hûsiyan bi ronî sê armancên serekî di nav axa Siûdiyê de bo tolvekirinê destnîşan kiribûn, ku ev bûn: Bingeha Serekî ya Kompaniya “Aramco”yê li bajarê Damamê, Balafirxaneya Navdewletî ya Şah Xalid li Riyadê, û Parzinîngeha Petrolê ya “Aramco”yê her li wî bajarî. Herwesa daxwaz ji hemî karmend, endazyar, geştyar û hêlên asmanî kiribû ku ji wan ciyan dûr bikevin.

Ev êrîş piştî çend seetan ji pêngaveka Fermandariya Hêzên Hevpar ên Hevpeymaniya Erebî bi serpereştiya Siûdiyê tê, ku bi rêya belavkirina nexşeyekê westgeha navendî ya petrolê ya Sebaheyê ya girêdayî Kompaniya Petrolê ya Yemenî li devera Benî Meterê li bajarê Senayê diyar kiribû û daxwaz ji hemî welatiyên sivîl kiribû ku yekser wî cîyî berdin, ew jî bi merema kirina "operasyoneka leşkerî ya taybet".

Aloziyên navbera her du aliyan gihiştine kopîtkê; pêştir Siûdiyê şikandina mûşekeka balîstî li asmênê Riyadê ragihand û bi wê sedemê Desthilata Balafirvaniya Sivîl a Siûdiyê rawestandina geştan li Balafirxaneya Navdewletî ya Şah Xalid li Riyadê dirêj kir, ku di êrîşên Şemiya borî de zirar gihiştibû wê û qurbanî hebûn.