Li Qamişloyê sotemeniya bêkalîte bûye sedema rawestana hezaran otomobîlan

Qamişlo (K24) – Belavbûna sotemeniya bêkalîte û xirab li seranserê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bûye sedema têkçûna motorên bi hezaran otomobîlan. Ev rewş bûye cihê nîgeranî û nerazîbûneke tund a xelkê û barê wan ê darayî giran kiriye.

Di rojên dawî de dabeşkirina mazot û benzîna ne standard li herêmê, bajarê pêşesaziyê yê Qamişloyê bi otomobîlên xerabûyî dagirtiye. Mekanîk û hosteyên otomobîlan didin zanîn ku rojane bi dehan ajokar bi heman pirsgirêkê serî li wan didin û parçeyên hestiyar ên motorê yên wekî nozil, pomp û parzûnên sotemeniyê bi temamî dişewitin.

Hejar Têlo, xwediyê otomobîlekê ku ji ber vê kêşeyê serî li mekanîk daye, gazincên xwe tîne ziman û dibêje: "Em mazotê bi buhayê 17 lîre û nîv dikirin li ser vî esasê ku baş be, lê tiştekî ne serrast û tevlîhev tê de heye. Em nizanin çima li herêmên din sotemenî baş e, lê li cem me wiha xirab e."

Hosteyê tamîrkirina otomobîlan Îvan Hesen jî balê dikişîne ser xerabiya sotemeniyê û nîşan dide ku sotemenî zirarên giran digihîne motoran. Hesen tîne ziman: "Mazot biha kirine û dibêjin baş e, lê rengê wê wekî qehweyê ye; mirov dikare pê qehweyê çêbike. Benzîn jî wekî asîtê lê hatiye; rojekê têdikî, roja din wesayît ji kar dikeve."

Ji ber nebûna çareseriyan, gelek welatî hewl didin bi kirîna madeya oktanê û lêzêdekirina li nava depoyên xwe sotemeniyê safî bikin, ku vê yekê hiştiye oktan li piraniya bazar û dikanan bidawî bibe.

Tevî ku ev qeyran jiyana rojane ya xelkê seqet kiriye û lêçûneke giran xistiye ser milê malbatan, heta niha aliyên peywendîdar û Wezareta Petrolê derbarê çavkaniya vê sotemeniya xirab de ti daxuyaniyeke fermî nedane û kes berpirsiyariyê nagire ser xwe.