Serok Barzanî û Konsula Amerîkayê tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û aramiya navçeyê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê Gwendolyn Wendy Green kir. Di hevdîtinê de behsa pêşxistina peywendiyên dualî, berdewamiya piştevaniya Washingtonê ji bo Herêma Kurdistanê û parastina aramî û seqamgiriya navçeyê hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, îro 14ê Cotmehê 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsula Giştî ya nû ya Amerîkayê li Hewlêrê Gwendolyn Wendy Green kir.
Di hevdîtinê de, Konsula Giştî ya Amerîkayê kêfxweşiya xwe li ser destbikarbûna xwe li Herêma Kurdistanê wek konsula welatê xwe nîşan da û tekez kir ku ew ê hemû hewlên xwe bide ji bo berfirehkirina zêdetir a peywendiyên navbera Hewlêr û Washingtonê.
Wendy Green herwiha amaje bi wê yekê kir ku welatê wê xwe wekî piştevanekî sereke yê xelkê Kurdistanê dibîne û rêzeke taybet bo rola Serok Barzanî li Iraq û navçeyê heye. Konsula Amerîkayê hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê wekî her car pêşengiya xwe ya di xurtkirina seqamgiriya navçeyê de bidomîne.
Ji aliyê xwe ve, Serok Mesûd Barzanî bixêrhatina Konsula Amerîkayê kir û spasiya dewleta Amerîkayê kir ku di dema şerê dijî çeteyên DAIŞê de hevkar û alîkarekî bihêz ê Herêma Kurdistanê bûye. Serok Barzanî destpêkirina erkê nû yê konsulxaneyê li Herêma Kurdistanê wekî hengaveke erênî bi nav kir da ku pêwendiyên her du aliyan di warên cuda de hîn zêdetir bipêş bikevin.
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan derbarê geşedanên dawî yên li navçeyê nêrînên xwe parve kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e aştî û aramiya li navçeyê bi temamî bê çespandin.