Elî Zeydî li Riyadê: Em rê nadin ji axa Iraqê ve êrîş li ser Siûdiyê bên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li bajarê Riyadê ligel Cînişînê Şahê Erebistana Siûdiyê Şazade Mihemed bin Selman civiya. Di hevdîtinê de êrîşa li ser Firokexaneya Riyadê bi tundî hat şermezarkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku rê nayê dayîn axa Iraqê li dijî asayîşa Siûdiyê bê bikaranîn.

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî îro 14ê Cotmeha 2026an di çarçoveya serdana xwe ya fermî de li paytexta Erebistana Siûdî ji aliyê Cînişînê Şahê Sûidiyê û Serokwezîrê Siûdiyê, Şahzade Mihemed bin Selman ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî zanyariyan, di hevdîtinê de pêşveçûnên dawî yên herêmê û hevahengiya hevbeş ji bo xurtkirina asayîş û aramiya navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke civînê de, Serokwezîrê Iraqê şermezarkirina tund a hikûmeta Bexdayê li hemberî êrîşkirina ser Firokexaneya Navdewletî ya Şah Xalid a li Riyadê û her kiryarek ku welatiyên sivîl û binesaziya sivîl dike armanc, nîşan da. Zeydî tekez kir ku ev êrîş metirsiyeke rasterast in li ser aramî û asayîşa navçeyê.

Her wiha Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser helwesta neguhêr a welatê xwe kir û ragihand; Bexda bi ti awayî rê nade ku axa Iraqê bibe pêgehek ji bo ti destdirêjî û kiryareke ku ziyanê bigihîne asayîşa Siûdiyê û welatên deverê. Zeydî pabendbûna Iraqê bi bingehên cîrantiya baş û rêzgirtina li serweriya welatên dost dubare kir.

Her du aliyan di civînê de pêwendiyên dualî yên navbera Bexda û Riyadê nirxandin û behsa rêyên bihêzkirina hevkariyê di hemû waran de kirin, bi taybetî xurtkirina hevahengiya di warê asayîşê de ji bo rûbirûbûna pirsgirêk û dijwariyên ewlehiyê yên li navçeyê.

Ji aliyê xwe ve, Cînişînê Şahê Siûdiyê Şazade Mihemed bin Selman piştevaniya welatê xwe ji bo hewldanên Hikûmeta Iraqê di warê kûrkirina diyalogê û bicihanîna seqamgiriya giştî li navçeyê de anî ziman.