Biryara qedexekirina hîcabê duberekî xist navbera Tirkiye û Azerbaycanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryara Azerbaycanê ya qedexekirina hîcabê li dibistanan û daxuyaniyên berpirsên Tirkiyeyê bûn sedema aloziyeke dîplomatîk û berteka tund a Bakuyê li beramber destwerdana di karûbarên wê yên navxweyî de.
Tevî ku Tirkiye û Azerbaycan du welatên dost û nêzî hev in, biryara qedexekirina hîcabê di navendên xwendinê yên Azerbaycanê de bûye sedema bersivdana yekdu. Piştî daxuyaniyên parek ji berpirsên Tirkiyeyê li ser biryara qedexeya hîcabê li dezgehên perwerdeyî yên Azerbaycanê de, bertekên tund ên aliyê Azerbaycanî li pey hatin û ew daxuyanî wekî destwerdana di karûbarên navxweyî de hatin wesfkirin.
Daxuyaniyên hejmareka berpirsên AK Partiyê û heta serokê opozisyona Tirkiyeyê wesa kir ku kanala fermî ya Azerbaycanê bersiva axaftinên wan bide. Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihandibû ku cudakirina jinan bi wê yekê ku serê wan girtî ye an na karekî rast nîne. Her kesekê ku bivê dikare hîcabê deyne an na.
Kiliçdaroglu herwesa got ku piştgirî û garantiya sekularîzmê peywendî bi hîcaba jinan ve nîne. Piştî van axaftinan, televizyona fermî ya Azerbaycanê amaje bi wê yekê kir ku Azerbaycan dewleteke serbixwe û xwedan serwerî, destûr û nerîta dewletdariya xwe ye û ti welatekî mafê wê yekê nîne ku destwerdanê di karûbarên navxweyî an siyaseta perwerdeyî ya wê de bike. Herwesa ragihand ku ev axaftinên berpirsên Tirkiyeyê nayên pejirandin.
Herwesa Koma Karê Peywendiyên Navbera Parlamentoyên Azerbaycan û Tirkiyeyê jî amaje bi wê yekê kiriye ku diruşmê "Yek netewe, du dewlet" nabe wekî hincet bo destwerdana di karûbarên navxweyî yên Azerbaycanê de an ferzkirina îdeolojî û siyaseta derve bê bikaranîn.