Geştên asmanî yên navbera Îran û Omanê tên destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di berdewamiya danûstandin û bizavên dîplomatîk ên ku di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Selteneta Omanê de hatine kirin, li dawiyê lihevkirin hatiye kirin ku di van nêzîkan de geştên asmanî yên di navbera balafirxaneyên Tehran û Mesqetê de dîsa bên destpêkirin.

Medyaya fermî ya Îranê îro Çarşemê, 14ê Cotmeha 2026ê, belav kiriye ku piştî derbazbûna zêdetirî mehekê li ser rawestandina geştên asmanî yên di navbera Mesqet û Tehranê de, şandên danûstandinan ên her du welatan li hev kir ku di van nêzîkan de geşt dîsa bên destpêkirin, lê hîn hûrgiliyên temam li ser dema destpêkirina geştên asmanî yên kompaniyên balafirvaniya sivîl ên Omanê nehatine eşkerekirin.

Li gorî wan zanyarên ku medyaya Îranê belav kirine, di qonaxa yekê de geşt ji Balafirxaneya Mesqetê bo Tehranê dest pê dikin, lê dema geştên berevajî ji aliyê kompaniyên balafirvaniya sivîl ên Îranê bo Balafirxaneya Mesqetê nehatiye diyarkirin.

Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê li Îraqê û Balafirxaneya Navdewletî ya Mesqetê li Omanê li roja Sêşemê, 22yê Îlona borî, geştên xwe yên asmanî ligel Îranê rawestandibûn û bernameya pêşwazîkirina wan geştan hilweşandibûn ên ku biryar bû ji Tehranê hatibam kirin.

li gorî gotina Wezîrê Gencîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, hilweşandina wan geştan li ser biryareka îdareya Serokê Amerîkayê Donald Trump bû, bo zêdekirina zextan li ser Tehranê û bicihanîna siyaseta veqetandina Îranê ji hemî peywendiyên derve.

Destpêkirina geştên asmanî di navbera Îran û Omanê de di demekê de tê ku aloziyên siyasî û zextên navneteweyî li ser Tehranê zêde bûne. Omanê her dem roleke girîng û navbeynkar di peywendiyên navneteweyî û herêmî yên Îranê de lîstiye, û ev lihevkirin jî pêngaveke bo sivikkirina dorpêçên asmanî yên li ser Tehranê.