Barana xurt çend deverên Stenbolê binav kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Baraneke xurt hatin û çûna welatî û timbêlan li bajarê Stenbolê bizehmet kir û cade kirin goleke mezin a avê; ji ber binavbûna bi sedan timbêlan û daçûna rêyan, parêzgarê wî bajarî dewama tevahiya dibistanan bo sibe Pêncşemê rawestand û daxwaz ji welatiyan kir ku heke karekî wan ê gelek giring nebe, bila li malên xwe bimînin û dernekevin.
Baroveyeka bihêz û baraneka xurt, ku bi dirêjahiya îro Çarşemê, 14ê Cotmeha 2026ê, li bajarê Stenbolê berdewam bû, hatin û çûna welatiyan û timbêlan bizehmet kir. Di demekê de ku cade bûn gol, çem û rûbar serrêj bûn û timbêl binav bûn, qerebalixiya hatin û çûnê li wî bajarî gihîşt rêjeya %87.
Bêhnvedana Fermî û Qedexeya Hatin û çûna Matorsîkilan
Parêzgarê Stenbolê Davud Gul ragihand: “Ji ber rewşa neguncayî ya keşûhewayê, sibe dewama xwendinê li tevahiya dibistanên hikûmî û taybet tê rawestandin.
Davud Gul herwesa got: “Biryar hat dan ku destûriya fermî bo fermanberên xwedan pêdiviyên taybet, jinên ducan û dayikên ku zarokên wan ên di bin 8 saliyê de hene, bê dan. Di saet 9:00 ê şevê û wêve, hatin û çûna matorsîkilan heta agahdariyeke din hate qedexekirin.
Herwesa daxwaz ji xwecihên qatên binerd ên avahiyan hat kirin, ku îşev li qatên bilind û parastî derbaz bikin, û ji peravên çeman, binpiran û wan ciyên ku metirsiya kombûna avê lê heye dûr bikevin.
Diserdeçûna çeman, daçûna rêyan û binavbûna timbêlan
Li devera Sariyerê û bi taybetî li taxa "Ayazaga"yê, lehiyê di dema çend deqîqeyan de cade kirin deryaçeyek, bi rengekî ku bi dehan timbêlên li ser cadeyan rawestandî heta asta banên xwe binav bûne.
Herwesa li cadeya serekî ya "Eyûp Siltan"ê, ji ber barana xurt parek ji rêyê daçû û çaleke mezin çê bû ku bû sedema rawestandina tevahiya hatin û çûnê; hêzên polîsan yekser ew cîh girt daku rêyê li ber ketina timbêlan bigirin.
Li deverên Beykoz-Riva û Bayrampaşayê, lehiyê zirarên giran gihandin qîrê cadeyan û çû di nava bi dehan dukan û ciyên bazirganî de, bi rengekî kedkar bi sonde û gîskan mijûlî derxistina avê ji nava dukanên xwe bûn.