Li Stenbolê lehiyê jiyana rojane felc kir: 2 kesan canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke barana gur û bahozê li bajarê Stenbolê bû sedema lehiyeke dijwar ku di encamê de herî kêm 2 kesan canê xwe ji dest da û jiyana rojane li bajêr bi temamî rawestiya. 

Li gorî zanyariyên fermî, ev rêjeya baranê ji sala 1985an vir ve li wî bajarî nehatiye tomarkirin. Di encama rabûna lehiyê de, bi sedan xanî, kargeh û navendên veguhastinê di bin avê de man. Herwiha li gelek kolan û rêyên sereke, bi dehan wesayît ketin bin avê û ji aliyê lehiyê ve hatin kaşkirin.

Ji ber giraniya rewşê, rayedarên Stenbolê û parêzgehên derdorê zincîreyek biryarên awarte ragihandin; di nav de rawestandina tevahiya proseya xwendinê li navendên perwerdeyê, dayîna destûra îdarî ji bo beşek ji karmendên kerta giştî û qedexekirina çûnûhatina motorsîkletan li ser rêyan.

Xirabiya rewşa keşûhewayê rê li ber geştên asmanî jî girt; bi dehan firokeyên ku biryar bû li firokxaneyên Stenbolê deynin, ber bi firokxaneyên din ên li navxwe û derveyî Tirkiyeyê ve hatin arastekirin.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz bang li welatiyan kir ku pabendî rênimayiyên fermî bin. Hevdem Wezîrê Jîngeh û Guherîna Keşûhewayê diyar kir ku ji kêliyên destpêkê ve tîmên wan li qadê ne û dest bi nirxandina ziyanên madî kirine. Wezîr hişyarî da ku metirsiya lehiyê li çendîn parêzgehên din jî berdewam e.

Niha tîmên hawarçûnê û rêveberiya qeyranê bi hezaran karmend û amûrên taybet ji bo rizgarkirina welatiyan xistine dewrê. Aliyên peywendîdar tekez dikin ku divê xelk heta asayîbûna rewşê ji bilî rewşên pir neçarî ji malên xwe dernekevin û nêzîkî cihên nizm û metirsîdar nebin.

Bajarê Stenbolê ji ber pêgeha erdnîgarî û guherînên keşûhewayê di van salên dawî de rûbirûyî lehiyên bi vî rengî dibe; wekî di Îlona 2023an de ku lehiyeke mezin li navçeyên Başakşehîr û Kuçukçekmeceyê bûbû sedema canjidestdana çendîn kesan û xisareke giran gihandibû binesaziya bajêr.