Jinên Qamişlo Sportê ji bo Superligaya Sûriyeyê amadekariyan dikin
Navenda Nçeyan (K24) – Jinên Qamişlo Sportê li ser rahênanan berdewam in, amadekariyan bo destpêkirina Superligayê dikin. Lîstikvan ji derçûyên dibistana Yaneya Qamişloyê ne, lewma guhdaneka taybet bi zarok û keçên dibistanê dibe.
Ev jin xwedî serkeftinên pir mezin in, sê werzan li dû hev rêza yekê ya Superligaya Sûriyeyê bi dest xistiye, di qehremaniya Rojavayê Asyayê de jî, rêza duyê bi dest xistiye û niha jî çavê wan li berdewamiya bidestxistina encamên baş e.
Yek ji wan jinan ji Kurdistan24ê re got: “Me wekî Tîma Qamişlo Sportê sê salan li ser hev li ser asta Sûriyeyê bir, sala dawiyê jî kî li ser asta Sûriyeyê li rêza yekê be dikare tevlî qehremaniya Rojavayê Asyayê bibe. Em tevlî wê bûn, tevlîbûna me ya yekê bû lê dîsa jî em bi ser keftin.”
Lê karînên jinên Qamişlo Sportê yên aborî sînordar in û ew hewcedarî alîkariyên in, daku karibin mûçeyên lîstikvanan bilind bikin û yane jî di asta xwe ya bilind de bimîne.
Tevî hemî serkeftinên ku jinên Qamişlo Sportê bi dest xistine, amadekariyên wan di asta herî bilind de ne û çavê wan li wê yekê ye ku careka dî qehremaniya Superligaya Sûriyeyê bi dest bixin.