Hevpeymaniya Erebî: Hûsiyan 20 caran êrîşî Balafirxaneya Şah Xalid kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Piştevaniya Şerîyetê li Yemenê amara êrîşên koma Hûsiyan bo ser Balafirxaneya Navdewletî ya Şah Xalid li Riyada paytexta Siûdiyê eşkere kir û ragihand ku ji ber wan êrîşan, bi dehan welatî bûn qurbanî, herwesa têkdana zêdetirî 120 cih û embarên çekên wê komê jî ragihand.
Berdevkê Fermî yê Hêzên Hevpeymaniya Piştevaniya Şerîyetê li Yemenê Tirkî Malikî îro Pêncşem, 15ê Cotmeha 2026ê, di kongreyeke rojnamevaniyê de eşkere kir ku ji destpêka vê mehê (Cotmeh) ve, Hûsiyan 20 caran êrîş birine ser Balafirxaneya Navdewletî ya Şah Xalid.
Tirkî Malikî eşkere jî kir ku ev êrîş tawanên şer ên temam in û tenê di navbera 7 heta 11ê Cotmehê de, li wê balafirxaneyê 17 kesan jiyana xwe ji dest daye û 333 kesên din jî birîndar bûne.
Navbirî ron jî kir ku êrîşên li ser balafirxaneya Riyadê bi rêya 10 dronan, mûşek û gelek alavên teqînê hatine kirin. herwesa got ku bi giştî di encama tevahiya êrîşên vê dawiyê li ser balafirxaneyên sivîl ên Siûdiyê de, 19 kesan jiyana xwe ji dest daye û 364 kesên din jî birîndar bûne, herwesa Hûsiyan bizav kiriye ku gelek balafirxane, bender û zeviyên petrolê li navxweya wî welat bikin armanc.
Di derheqa operasyonên leşkerî yên hevpeymaniyan de jî, Tirkî Malikî ragihand ku di çarçoveya bersivdana xwe de wan kariye 127 embarên çek û teqemeniyan ên Hûsiyan li deverên çiyayî û gelek sekoyên avêtina mûşekan wêran bikin. Herwesa gelek embarên mûşekên balîstî li çiyayên Senayê, gelek westgeh û embarên sotemeniyê û gelek lengergehên deryayî yên ku bo piştgiriya leşkerî dihatin bikaranîn hatine armanckirin.
Di dawiyê de jî, Hevpeymaniya Erebî daxwaz ji Hûsiyan kir ku yekser êrîşên xwe li dijî welatiyên sivîl û jêrxaneya sivîl rawestînin û hişyarî jî da ku armanckirina balafirxaneyên sivîl metirsiyeke rasterast e li ser ewlehiya xetên veguhastina asmanî yên navdewletî û jiyana geştyarên biyanî, ev yek jî berpirsiyariyeke mezin dixe stûyê civaka navdewletî bo rêgirtina li wan gefan.