Karkerekê xelkê Pîranşehrê li Bexdayê jiyana xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) – Karkerekê xelkê Rojhilatê Kurdistanê, ku bi merema kar û dabînkirina jîn û jiyarê berê xwe dabû bajarên Îraqê û Herêma Kurdistanê, di dema karkirinê de li Bexdayê ji ber şorta elektrîkê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî zanyaran, navê wî qurbanîyî 'Siware Qurbanî' ye û jiyê wî 30 sal e, bavê du zarokan e û xelkê bajarê Pîranşehrê yê girêdayî parêzgeha Urmiyê ye. Ew dema salekê bû ku wî bi merema dabînkirina jîn û jiyarê warê xwe hêlabû û berê xwe dabû bajarên Îraqê û Herêma Kurdistanê.
Şahidê wê rûdanê û hevkarê qurbanîyî Selah Resûlzade ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev rûdan saet 10:00 ê sibeha duhî Pêncşem, 15ê Cotmeha 2026ê, li devera Seydiyeyê ya Bexdayê çê bûye û navborî ji ber şorta elektrîkê rasterast li cihê karê xwe jiyana xwe ji dest daye."
Herwesa malbata wî qurbanîyî jî ji Kurdistan24ê re ragihand ku hêşta termê Siwareyî li Bexdayê ye û ew li bendê ne ku roja Yekşemê dewama îdarî dest pê bike, daku Fermangeha Pizişkiya Dad a Bexdayê termê wî radestî wan bike.
Malbata wî amaje bi wê yekê jî kir ku piştî temambûna rêkarên qanûnî û wergirtina belgenameya fermî ya mirinê, ew dê serdana Balyozxaneya Îranê li Bexdayê bikin daku bi rêya wan termê wî veguhêzin bajarê Pîranşehrê û li wê derê binax bikin.