Rêzan Heme Salih: Serok Barzanî pira peywendiyên Kurdistan û Vatîkanê damezrandiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê ragihand ku peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Vatîkanê dîrokî ne û Serok Mesûd Barzanî di salên 2005 û 2006an de bi serdana xwe ya yekê ya fermî pira van peywendiyan damezrandiye.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Heme Salih îro În, 16ê Cotmeha 2026ê, ragihand ku xemxweriya berdewam a Serok Barzanî bo Kiristiyanan wiha kiriye ku Vatîkanê rêzeka taybet bo helwestên wî hebe.

Rêzan Heme Salih da zanîn ku ji ber piştgiriya berdewam a Serok Barzanî bo pêkhateya Kiristiyanan li Kurdistanê, papayên berê û Papa Fransîs jî hevdîtin ligel cênabê wî heye û xelata taybet a Vatîkanê pêşkêşî wê hatiye kirin.

Navbirî ron jî kir ku serdana vê carê bi merema tevlîbûna di hilbijartina patriyark de bo Îraqê bûye. Herwesa got: "Cihê dilxweşî û serbilindiyeka mezin bû ku min ala Kurdistanê di nav Vatîkanê de di destê Kiristiyanan de dît, ev yek jî îspat dike ku Herêma Kurdistanê bo birayên Kiristiyan penageheke aram e û ew jî serbilind in ku Kurd in û Kiristiyan ne."

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê eşkere jî kir ku di çarçoveya wê civînê de, bi rengekê berfireh behsa vekişîna hêzan, rewşa ewlehî û tenahiyê li Îraqê û pêşveçûnên deverê jî hatiye kirin.