Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya lehiyê bi 31 parêzgehan hate dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêleke bihêz a baranbarîn û zeryanê çend parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vegirtine û Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyariyê dide 31 parêzgehan.

Wezîrê Jîngeh, Bajarsazî û Guhertina Keşûhewayê yê Tirkiyeyê Murad Korum di peyamekê de ragihand ku dezgehan ji bo rûbirûbûna vê pêlê rêkarên pêdivî bi cih anîne, herwesa daxwaz ji welatiyan jî kir ku bi hûrgilî çavdêriya hişyariyên Keşûhewayê bikin daku ji ziraran parastî bin.

Hişyariyên Keşûhewayê ji bilî bajarên mezin ên wekî Stenbol, Bûrsa û Zonguldakê, herweha deverên Bakurê Kurdistanê û Anatoliya Navîn jî vedigirin.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Keşûhewayê, li Bakurê Kurdistanê (bi taybetî deverên başûrê rojhilat û deverên çiyayî) leza bayî û reşebayî di navbera 40 heta 80 kîlometreyan di seetekê de ye. Herweha barana xurt metirsiya lehî, daçûna erdê û astengiyên trafîkê ji bo xelkê deverê çê kiriye.

Li devera Pendikê ya Stenbolê, ji ber bilindbûna asta avê ya çemê "Gocbeylî", lehiyê timbêlek bi sê swarên wê ve bir. Yek ji wan swaran şûşeya wê timbêlê şikand û xwe bi tayekê darekê ve girt û xwe rizgar kir, lê çarenivîsa her du swarên din nediyar e û lêgerîna li pey wan berdewam e.

Ev pêl di demekê de ye ku berî çend rojan lehiyeke din a bihêz Stenbol û derdora wê vegirtibûn, ku di encamê de çar kesan jiyana xwe ji dest da û zirareke mezin a darayî gihişt xanî, timbêl û zeviyên çandiniyê. Niha tîmên parastina sivîl ji bo rûbirûbûna her metirsiyekê di amadebahiya tam de ne.

Tirkiye û dever di van salên dawiyê de ji ber guhertina keşûhewayê û têkçûna hevsengiya jîngehê berdewam rûbirûyî baranên xurt, bager û lehiyên ji nişkê ve dibin. Bajarên mezin ên wekî Stenbolê ji ber berfirehbûna bilez a avakirinê, nebûna dergehên xwezayî yên avê û kêmbûna qadên keskatiyê zêdetir tûşî metirsiya lehiyan û kombûna avê li ser cadeyan dibin.

Li Herêma Deryaya Reş û çend deverên Bakurê Kurdistanê, di salên 2021 û 2023an de lehî bûn sedema mirina bi dehan welatiyan û zirara bi sedan milyon dolaran gehand jêrxaneya aborî, ev yek jî bûye sedem ku keşûhewa bi sîstema hişyariya rengan (zer, porteqalî û sor) pêşwext rêkarên xweparastinê bi cih bîne.