Li Albertaya Kanadayê referandûm e: Deng li ser serxwebûnê tê dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 19ê Cotmehê li parêzgeha Albertayê ya Kanadayê welatî berê xwe didin ser sindoqên û di referandûmekê de deng li ser mana di nava Kanadayê de, yan jî serxwebûnê didin.

Li gorî amarên nefermî, heta niha zêdetirî 1 milyon û 356 hezar kesî bi rêya dengdana pêşwext beşdarî referandûmê bûne û dengê xwe dane.

Di dema dengdanê de, formeke ji 10 pirsan tê dayîn ber destê dengdêran. Ev pirs rasterast bi mijarên wekî çarenûsa Albertayê, sîstema koçberiyê, bac, nirx û buhabûn, dadwerî û çend xalên din ên girêdayî birêveberiya parêzgehê ve têkildar in.

Serokwezîra Parêzgeha Albertayê Danielle Smith ku bi nêrînên xwe yên rastgir tê nasîn, pêşengiya hevpeymaniyekê dike ku hejmareke berbiçav a cudaxwazan (alîgirên serxwebûnê) di nav de cih digirin. Vê komê bi riya komkirina îmzeyan banga lidarxistina referandûmeke giştî ji bo veqetîna ji Kanadayê kiribû.

Ev dengdan di demekê de birêve diçe ku têkiliyên navbera Kanada û Amerîkayê di rewşeke aloz de ne; aloziyek ku herî zêde bi ferzkirina bacên gumrikê û gefên tevlîkirina xakê derketiye pêş.

Hevalbendên Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump jî giringiyeke berbiçav nîşanî vê dengdanê didin. Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent ragihand, di egera serxwebûnê de, parêzgeha Albertayê dê ji bo Amerîkayê bibe “hevpareke sirûştî”.

Li seranserê Albertayê nêzîkî 3,2 milyon kes xwedî mafê dengdanê ne. Tevî hewildanên alîgirên serxwebûnê û keşûhewaya germ a siyasî, rapirsiyên dawî nîşan didin ku piraniya xelkê parêzgehê alîgirê mana di nav çarçoveya Kanadayê de ne û piştgiriyê nadin cudabûnê.