Wezîrê Derve yê Rûsyayê serdana Îranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro 19ê Cotmeha 2026an, bi serdaneke fermî digihe paytexta Îranê, Tehranê. Ev yekem serdana wî ye bo Îranê, ji dema destpêkirina şerê nû yê Rojhilata Navîn ve di meha Sibata îsal de.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand, Lavrov dê bi hevtayê xwe yê îranî Ebbas Araqçî re pêşhatên herêmî û navneteweyî binirxîne. Lavrov jî beriya serdana xwe diyar kir ku armanca sereke ya Moskoyê rêgirtina li derketina şerekî berfireh e, bi taybetî piştî ku danûstandinên Tehran û Washingtonê rastî astengiyan hatin.
Sergey Lavrov duh yekşemê ragihandibû, armanca hewlên Moskoyê ew e ku rê li ber vegera şerekî berfireh bigire, bi taybetî piştî ku danûstandinên nerasterast ên di navbera Tehran û Washingtonê de rastî astengiyan hatin û rawestiyan.
Ev serdan piştî wê yekê tê ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di nava mehekê de sê caran hevdîtin kirin û Pûtîn amadebûna Rûsyayê ji bo alîkariya çareserkirina vê qeyranê tekez kir.
Ji ber aloziyên vê dawiyê yên li Tengava Hurmizê û bertekên leşkerî yên Amerîkayê, Lavrov îro li civîna Rûsya û Encumena Kendavê banga vegera li yadaştnameya bi navbeynkariya Pakistanê kir û ew wekî rêyeke guncayî ya dîplomatîk ji bo kêmkirina rageşiyê binav kir.
Pêwendiyên Rûsya û Îranê di asteke bihêz de ne û ji dema şerê Rûsya li dijî Ukraynayê di sala 2022an de hevkariyên wan ên leşkerî û aborî gelekî bilind bûne.