Li Deryaya Egeyê 12 koçber xeniqîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Pasewanên Peravê yên Yewnanistanê ragihandin, îro 19ê cotmeha 2026an, di du bûyerên cuda de li Deryaya Egeyê, 12 koçberan di dema hewldana derbasbûna ber bi Yewnanistanê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya Pasewanên Beravê yên Yewnanistanê, di bûyera yekem de li nêzîkî girava Lesbosê, belemeke koçberan li keştiyeke polîsan qelibî û di encamê de 6 koçber xeniqîn. Hat aşkerekirin ku di nava qurbaniyan de zarokek û 4 jin hene û termên wan ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve hatine dîtin.
Derbarê karesata duyem de jî hat ragihandin, li nêzîkî girava Samosê, belemeke din a biçûk noqî avê bûye û 6 koçberên din di encama binavbûna belemê de canê xwe ji dest daye.
Derbarê nasnameya qurbaniyan, Serokê Komeleya Penaberên Vegeriyayî Bekir Elî ji Kurdistan24ê re ragihand, li gorî zanyariyên wan, ti kurd di nava wan koçberên li Deryaya Egeyê xeniqîne de nîne.
Deryaya Egeyê yek ji rêyên sereke û herî metirsîdar ên koçberan e ku hewl didin ji Tirkiyeyê xwe bigihînin Yewnanistanê û ji wir jî derbasî welatên din ên Ewropayê bibin. Salane bi hezaran kes bi hêviya jiyaneke baştir û bi rêya qeyikên biçûk û neewle dest bi vî rêwîtiya mirinê dikin.
Ji ber ku qaçaxçî zêdetirî karîna wan xelkê li belemên biçûk siwar dikin, metirsiya noqavbûnê zêde dibe. Giravên Lesbos û Samosê ji ber nêzîkbûna xwe ya bi beravên Tirkiyeyê re, dibin şahidê karesatên wiha yên xeniqîna koçberan. Hêzên ewlehiyê yên Yewnanistanê jî rojane çavdêriya sînoran dikin û carinan di dema hewldana revê ji destê polîsan de, kontrola beleman ji dest derdikeve û dibe sedema lihevqelibûn yan jî binavbûnê.