Firokehilgira atomî “USS Theodore Roosevelt” ber bi Rojhilata Navîn ve birê ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokehilgira atomî ya Hêza Deryayî ya Amerîkayê “USS Theodore Roosevelt” piştî temamkirina erkên xwe yên teknîkî, binkeya deryayî ya Yokosukayê li Japonyayê bicih hişt û ber bi Rojhilata Navîn ve birê ket.
Li gorî zanyariyên berpirsên herêmî, ev cara yekem bû ku firokehilgira navborî li vê binkeya deryayî ya sereke lenger diavêje. Keştiyê ji bo temamkirina pêdiviyên lojîstîkî û teknîkî serdana binkeyê kiribû û îro bi awayekî rasterast berê xwe da ava Rojhilata Navîn.
Malpera nûçeyan a Peymangeha Deryayî ya Amerîkayê (USNI) ragihand, koma êrîşkar a vê firokehilgirê amadekariya erkekî demdirêj li herêma Rojhilata Navîn dike. Tê çaverêkirin ku “USS Theodore Roosevelt” cihê firokehilgira “USS George Washington” bigire; keştiyeke ku bi awayekî asayî li Japonyayê bicîhkirî ye lê niha li herêma Rojhilata Navîn erkdar e.
Beşdarbûna vê firokehilgira atomî di operasyonên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de di demekê de ye, aloziyên navçeyê yên bi Îranê re li ser asta herî bilind berdewam dikin. Di çarçoveya dorpêça deryayî ya li ser Tehranê de, Washingtonê heta niha du komên êrîşkar ên keştiyên firokehilgir li herêmê bi cih kirine.
Têkildarî vê rewşa germ û aloziyên deryayî, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye, dibe ku piştî birêveçûna hilbijartinên nîvdemî yên Kongressê di meha Mijdarê de, operasyon û êrîşên leşkerî ji nû ve dest pê bikin.