Îşev Çarçoveya Hevahengiyê li ser budce û çekên komên çekdar dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Çarçoveya Hevahengiyê îşev civîna xwe ya asayî dike. li gorî zaniyarên Kurdistan24ê, di wê civînê de çend mijarên girîng ên aborî û ewlehî tên nîqaşkirin ku yên serekî projeqanûna budceyê û dosyeya kontrolkirina çekên komên çekdar û Hêşda Şeibî ne.

Endamê Rêxistina Bederê Ebû Mîsaq Mesarî îro Duşem, 19ê Cotmeha 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku di civîna îşev a Çarçoveya Hevahengiyê de, bi hûrgilî behsa pirsa kontrolkirina çekan û astê pêşveçûna pêngavan ligel komên çekdar tê kirin, herweha dosyeya projeqanûna giştî ya budceyê û rewşa Desteya Hêşda Şeibî dê tewerên serekî yên danûstandinan bin.

Li gorî zaniyarên Kurdistan24ê, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî tevlî wê civînê dibe û dê raporteka giştgir li ser rewşa ewlehiyê û pêngavên hikûmetê pêşkêşî serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê bike.

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyekê ji nav Çarçoveya Hevahengiyê ji Kurdistan24ê re ragihand ku komên çekdar nîgeraniya xwe ji bikaranîna peyva "kontrolkirina çekan di destê dewletê de" diyar kiriye, lewma peyamek arasteyî lîjneya çarkesî ya Çarçoveya Hevahengiyê kiriye û daxwaz kiriye ku ew gotin bo "rêkxistina çekan di destê dewletê de" bê guhartin.

Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê pêştir lîjneyeke çarkesî bo danûstandin û axaftina ligel komên çekdar pêk anîbû. Çavkanî amajeyê bi wê yekê dikin ku heta niha çend civîn hatine kirin, lê heta niha tenê li ser yek hûrgiliyê lihevkirin hatiye kirin, ew jî yekkirina û civandina hemî komên çekdar di bin sîwana fermî ya Desteya Hêşda Şeibî de ye.