Rêber Ehmed: Çaksaziya di nava hêzên polîs de derbasî qonaxa cîbicîkirinê bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, proseya çaksaziyê di nava hêzên polîsê Kurdistanê de derbasî qonaxeke nû bûye û ji stratejiyeke nivîskî ber bi projeyên cîbicîkirina pratîkî ve tê guhertin.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro 20ê Cotmehê di çarçoveya amadekirina plana cîbicîkirina çaksaziya di polîsê Kurdistanê de, ku bi hevkariya Wezareta Navxwe û Bernameya Neteweyên Yekgirtî ya Geşepêdanê (UNDP) tê birêvebirin, gotarek pêşkêş kir.
Rêber Ehmed da zanîn ku armanca sereke ji van hewldanan, avakirina dezgeheke serdemiyane û pîşeyî ya polîs e ku bibe cihê baweriya welatiyan.
Derbarê stratejiya çaksaziyê ya hêzên navxwe de, Rêber Ehmed amaje bi wê yekê kir ku ev prose parçeyekî bingehîn e ji bernameya çaksaziyê ya Kabîneya Nehemîn bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî. Herwiha da zanîn, mebest jê avakirina şiyaneke saziyî ye ku li ser bingeha serweriya yasa kar bike û xizmetguzariyeke baştir pêşkêşî xelkê bike.
Wezîrê Navxwe rola Bernameya Neteweyên Yekgirtî ya Geşepêdanê (UNDP) û Şandeya Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê di vê proseyê de bilind nirxand û got: "Ev gav tenê ne danûstandinên teknîkî an xulên rahênanê ne; belkî destpêka hevkariyeke mayînde ya saziyî ye da ku pêşengiyên çaksaziyê veguherin plan, berpirsyarî û encamên berbiçav."
Rêber Ehmed destnîşan kir ku kêşeya sereke li Iraqê û tevahiya navçeyê, ne nebûna stratejiyan e, lê valahiya mezin a di navbera dariştina stratejiyê û rengvedana wê di jiyana rojane ya welatiyan de ye. Ji ber vê yekê, Wezareta Navxwe kar dike ku ev stratejî tenê wekî belgeyeke fermî li ser kaxezê nemîne, lê bibe "peymaneke xizmetguzariyê" di navbera polîs û welatiyan de.
Derbarê gavên pratîkî yên qonaxa yekem de, Wezîrê Navxwe aşkere kir ku dê kar li ser du projeyên sereke bikin:
- Avakirina "Bingehên Polîs ên Nimûneyî": Ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên bilez û pîşeyî.
- Çaksazî di Kolejên Polîs de: Veguherandina wan bo "Akademiya Polîs" li ser bingeha zanyarî û şarezayiyê, da ku nirxên pîşeyî bibin reftar û xizmeteke baştir.
Herwiha Rêber Ehmed tekez kir ku bihêzkirina rol û serkêşiya jinan di nava refên polîs de yek ji pêşengiyên wan ên herî bingehîn e.
Wezîrê Navxwe di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku divê welatî tenê sûdmendekî bêdeng ê van çaksaziyan nebe, lê nêrîn, ezmûn û hevkariya wan bibe pîvana sereke ji bo nirxandina serkeftina van projeyan û xurtkirina asayîşa civakî li Herêma Kurdistanê.