Bi çavdêriya Serok Barzanî 18emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – 18emîn xula Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê bi serperiştiya Serok Barzanî û bi dirûşma "Ez Kurdistanî me" îro deriyên xwe li ber hezkiriyên pirtûk û xwendinê vedike. Di vê xulê de zêdetirî 400 sazî û dezgehên çap û weşanê ji 18 welatên cuda beşdar in û çalakî dê heta 31ê vê mehê dewam bikin.

Pêşangeh li hola Pêşangeha Navdewletî ya li Parka Şehîd Samî Ebdulrehman a Hewlêrê, bi amadebûna hejmareke berbiçav a nivîskar, rewşenbîr û dîplomatan, îro 21ê Cotmehê tê vekirin.

Rêveberê Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê bo Pirtûkan Îhab Qeysî ji Kurdistan24ê re ragihand, di pêşangehê de zêdetirî 400 dezgehên çap û weşanê ji 18 welatên erebî û biyanî amade ne, ji aliyê van saziyan ve zêdetirî milyonek sernavên di warên wêje, raman, dîrok, zanist, felsefe û zanînê de bi zimanên cuda ketine ber destê xwendevanan.

Herwiha destnîşan kir ku di çarçoveya bernameya pêşangehê de, 90 çalakiyên çandî û hunerî yên wekî semîner, şevbuhêrkên helbestê, bernameyên mûzîkê û îmzakirina berhemên nû tên lidarxistin. Ji bo hêsankirina kirîna pirtûkan jî, li ser piraniya berheman zêdetirî ji sedî 50 daxistin hatiye diyarkirin.

Cîgirê Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan ê Herêma Kurdistanê Aryan Selahedîn jî da zanîn ku dê rojane 4 heta 5 panelên ramanî û pisporî di warên wêje, werger, pêkvejiyana aştîyane, teknolojî û hişê çêkirî (AI) de birêve biçin. Di van panelan de bîrmend û pisporên ji çendîn welatên cîhanê amade dibin.

Ev xula pêşangehê ji aliyê Dezgeha Meda ya Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerê ve hatiye amadekirin. Ev kar bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Giştî ya Wêjevan û Nivîskarên Iraqê û bi hevahengiya li gel Komeleya Weşangerên Iraqê birêve diçe.

Biryar e, di tevahiya rojên pêşangehê de deriyê holê her roj ji demjimêr 10:00ê sibehê heta 20:00ê êvarê ji bo pêşwazîkirina xwendevan, lêkolîner û hemû serdankeran vekirî ye.