Iraq deriyê sînorî yê Şêbê yê bi Îranê re digire
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara hikûmeta federal a Iraqê, deriyê sînorî yê Şêbê yê li parêzgeha Meysanê ku Iraq û Îranê bi hev ve girêdide, heta demeke nediyar hat girtin. Hat ragihandin ku ev biryar îro 21ê Cotmehê ji demjimêr 06:00ê sibehê ve ketiye warê cibicîkirinê.
Jêderekî agahdar ji Encûmena Parêzgeha Meysanê da zanîn, rênimayên hikûmetê ji Bexdayê gihîştine da ku ev deriyê li rojhilatê parêzgehê were girtin. Heman jêderî diyar kir, biryara girtinê ji bo "karûbarên teknîkî" hatiye dayîn, lê derbarê hûrgiliyên sedeman û dema ji nû ve vekirina wê de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Her çend sedema fermî wekî "pirsgirêkên teknîkî" were nîşandan jî, heman jêderî bal kişand ser paşxaneya ewlehiyê ya vê gavê. Li gorî agahiyan, sedema sereke ya girtina vî dergehî, veguhastina çek, kelûpel û pêdiviyên çêkirina dronan ji aliyê Îranê ve bo nav axa Iraqê bûye; ew parçeyên ku piştre ji aliyê komên ser bi "Bereya Berxwedanê" ve di êrîşên li ser xaka Erebistana Siûdî de dihatin bikaranîn.
Serokwezîrê Iraqê roja 12ê Îlona borî ferman dabû ku çend deriyên sînorî yên bi Îranê re werin girtin, bi taybetî deriyên Şelemçe, Şêb û Mendeliyê. Ev pêngav piştî wê yekê hatibû ku hatibû piştrastkirin Tehran di êrîşeke dronî de cih girtiye ku ji nav axa Iraqê ve li dijî xeteke petrolê li rojhilatê Siûdiyê hatibû pêkanîn.
Jêderê Encûmena Parêzgeha Meysanê tekez kir ku girtina van dergehan bi biryareke taybet a ji aliyê ofîsa Serokwezîriyê ve pêk hatiye. Herwiha hat ragihandin ku komîteyên taybet ên lêkolînê hatine avakirin, da ku hûrgiliyên kelûpelên derbaskirî aşkere bikin, kêmasî û xemsariya hêzên ewlehiyê yên li ser sînor diyar bikin û rêkarên yasayî li dijî wan kes û aliyan bigirin ku destê wan di vê qaçaxçîtiyê de heye.