Li nêzîkî bendera Fawê ya Iraqê êrîş li keştiyeke bazirganî hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê (UKMTO) ragihand, li başûrê rojhilatê bendera Fawê ya li Iraqê, keştiyeke bazirganî rastî êrîşê hatiye.
Li gorî rapora UKMTOyê, bûyer îro 21ê Cotmeha 2026an, li dûriya 30 mîlên deryayî li başûrê rojhilatê bendera Fawê ya Iraqê rû daye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mûşekek arasteyî keştiyê hatiye kirin û li wê derê teqiyaye.
Kaptanê keştiyê diyar kir ku keştî ji aliyê dronekê ve hatiye lêdan. UKMTOyê jî daxuyand ku hemû karmend û endamên tîma keştiyê di rewşeke baş de ne, ti ziyaneke canî çênebûye û ti metirsiyeke jîngehî jî ji ber teqînê derneketine holê.
Di peyama xwe ya hişyariyê de, Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê bang li hemû keştiyên li deverê kir ku bi baldarî û hişyarî di wê herêmê re derbas bibin û her tevgereke gumanbar demildest ji wan re ragihînin.
Aliyên peywendîdar ji bo ronîkirina hemû hûrgiliyên vê bûyerê dest bi lêkolîneke berfireh kirine.