Serok Barzanî: Tekane rêya çareseriya kêşeyên navçeyê diyalog û dîplomasî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî 21ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Steve Fagin kir; di civînê de Konsula Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê Gwendolyn Green jî amade bû.

Di hevdîtinê de ronahî hate xistin ser rewşa siyasî û giştî ya Iraqê. Balyoz Steve Fagin spasiya rola Serok Barzanî kir ku her tim ji nêz ve piştevanê proseya siyasî ya Iraqê bûye.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî diyar kir ku pêwendiyên wan bi Iraqê re li ser bingeha destûr û her sê prensîpên "şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê" hatine sazkirin. Serok Barzanî destnîşan kir ku heke hikûmetên berê yên Iraqê pabendî van prensîpan bûbana, dê ji bo Iraqê û hemû pêkhateyan destkeftiyên pir mezintir bidest biketana.

Serok Barzanî piştgiriya xwe ji bo Serokwezîrê niha yê Iraqê di çarçoveya destûr û parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de nû kir. Herwiha bal kişand ser piştevaniya pêkhateyên Kurdistanê, bi taybetî xwişk û birayên Krîstiyan, li ser bingeha rêz, mafên destûrî û şirîkatiya rasteqîn û got: "Divê pêkhate bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin." Serok Barzanî herwiha tekezî li ser girîngiya sererastkirina yasaya hilbijartinan kir, da ku îradeya xwişk û birayên Krîstiyan di destê wan de be û kes li şûna wan biryarê nede.

Derbarê girjî û aloziyên navçeyê de, Serok Barzanî anî ziman ku helwest û siyaseta wan ji destpêkê ve aşkere ye: "Em nebûne parçeyek ji van aloziyan û em nabin parçeyek ji rikberî û nakokiyan jî. Em baştir dibînin ku hemû alî bi rêya giftûgo, diyalog û rêyên dîplomatîk pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Li aliyê din, şanda Amerîkî pabendbûna Washingtonê ya ji bo asayîş û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê dupat kir. Şandê aşkere kir ku bidawîbûna erkê leşkerî ya Hevpeymanan, nayê wateya bidawîbûna berpirsyarî û pêwendiyên Amerîkayê yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re. Amaje bi wê jî kit ku hêzên Hevpeymanan li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê li Herêmê amade bûn û bi hevkariya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê terorîstên DAIŞê têk birin.

Di dawiyê de şanda Amerîkî destnîşan kir ku Amerîka di warê ewlehî, aborî, siyasî û leşkerî de, di çarçoveya pêwendiyên dualî de pabend e bi parastina aramiyê û hevkariya ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê.