Serwan Akreyî: Girtina dergehên sînorî yên Îraq-Îranê bo parastina ewlehiya Îraqê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Parlamentoya Îraqê amaje bi wê yekê dike ku bizav û rêkarên Bexdayê bo girtina parek ji dergehên sînorî yên ligel Îranê bi merema parastina ewlehiya welat û dûrxistina wî ji agirê her hevrikî û şerekî herêmî di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de ye.
Endamê Parlamentoya Îraqê ji Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Endamê Lîjneya Dergehên Sînorî Serwan Taha Akreyî duhî Pêncşem, 22ê Cotmeha 2026ê, tevlî bernameya "Basî Roj"ê ya Kurdistan24ê bû û tê de ragihand: “Dever li beranberî îhtîmala berfirehbûna şerekî leşkerî yê mezin de ye û tevaya nîşaneyan bo wê yekê ne ku amadekariyên leşkerî ji aliyê hemî aliyan ve hatine kirin.” Ron jî kir ku Îraq bizavê dike bi temamî xwe ji tevlîbûn û rakêşana bo nav wî şerî biparêze.”
Serwan Akreyî li ser pirsa girtina dergehên sînorî yên ligel Îranê jî amaje bi wê yekê da ku girtina Dergehê "Şîb"ê li parêzgeha MÎsanê û bizavên bo dergehên din tên kirin wekî Dergehê Mendeliyê li rêza yekê girêdayî rêgirtina li qaçaxçîtiya çekan, kontrolkirina hatin û çûna komên çekdar li derveyî desthilata dewletê û rêgirtina li qaçaxçîtiya dolar û madeyên hişber in.”
Wî parlamenterî herwesa got: "Herçend e ku hêzên Çarçoveya Hevahengiyê û komên çekdar vê pêngavê red dikin û wekî xêza sor dibînin, lê berjewendiya bilind a Îraqê di parastina serweriya axa wê de ye."
Navbirî Herweha tekez li ser wê yekê jî kir ku dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê li beranberî deverên din yên Îraqê di bilindtirîn asta qanûnî û kontrolê de ne û ti arêşeyeke ewlehî û qaçaxçîtiyê di wan de nîne, herweha Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam pabendî Destûr û qanûnê bûye û amadebûna tam bo bicihanîna sîstema "ASYCUDA"yê diyar kiriye, bi wî şertî ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li gorî Destûr û qanûna îdarî ya darayî bi rêjeya 50% ji dahatê dergehan bo Herêma Kurdistanê bê vegerandin.
Bizavên kontrolkirin û girtina hin dergehên sînorî yên di navbera Îraq û Îranê de rêyên serekî ne bo sînordarkirina livîna komên çekdar û dûrxistina Îraqê ji aloziyên leşkerî yên herêmî.