Bexda û Parîs hişyariyê li ser têkçûna ewlehiya Tengava Hurmizê didin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê û Balyozê Fransayê li Bexdayê îro civiyan û pirsa ewlehiya deryayî li Tengava Hurmizê û bandora aloziyan li ser aborî û bazarên enerjiyê nîqaş kirin.
Wezareta Derve ya Îraqê îro În, 23ê Cotmeha 2026ê, di ragihandinekê de, ku Ajansa Nûçeyan a Îraqî (INA) belav kiribû, eşkere kir ku Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên pêşwaziya Balyozê Fransayê li Bexdayê Aleksander Garsia kiriye û pirsa ewlehiya deryabaniyê û peywendiyên dualî yên navbera her du welatan pê re nîqaş kirine.
Di wê civînê de, Fuad Husên tekez li ser girîngiya peywendiyên dîrokî yên navbera her du welatan û girîngiya pêşxistina hevkariya siyasî, aborî û veberhênanê kiriye. Herwesa her du aliyan pêşhatên rewşa navxweyî ya Fransayê, di nav de xwenîşandanên van dawiyan û sedemên wan û dema hilbijartinan nîqaş kirin.
Ji aliyekî din ve jî, çalakiyên kompaniyên Fransî li Îraqê û rêyên berfirehkirina veberhênanê û hêsankirina karên wan jî hin mijarên tewerekî din ê danûstandinên navbera wan bûn.
Wezareta navbirî ron jî kir ku her du aliyan pêşhatên rewşa herêmî, bi taybetî ewlehiya deryabaniyê li Tengava Hurmizê û bandora aloziyan li ser aborî û bazarên enerjiyê nîqaş kirin, zêdebarî tekezkirina li ser girîngiya hêwirkirina rewşê û piştbestina bi çareseriyên dîplomatîk.
Di dawiya wêragihandinê de hatiye ku her du aliyan encamên gera 52ê ya Encûmena Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî nîqaş kirin, ku di 17 û 18ê Cotmeha 2026ê de li Bexdayê bi rê ve çûbûn û Îraqê serokatiya wê encûmenê kiribû. Herweha her du dîplomatkaran tekez li ser girîngiya berdewamiya şêwirmendî û hevahengiyê kirin, bo bihêzkirina peywendiyên dualî û piştgiriya aramiya herêmî.