Arîn Mesrûr Barzanî li Akrê pêşwazî li Wezîra Ciwanan a Behreynê kir
Arîn Mesrûr Barzanî li Akrê pêşwazî li Wezîra Ciwanan a Behreynê kir

Arîn Mesrûr Barzanî li Akrê pêşwazî li Wezîra Ciwanan a Behreynê kir

Navenda Nûçeyan (K24) –  Damezrînerê Dezgeha Kurdistanê (Kurdistan Foundation) Arîn Mesrûr Barzanî, li Akrê pêşwazî li Wezîra Karûbarên Ciwanan a Şahnişîna Behreynê û nûnerên ciwanên cîhanê kir. Ev civîn wekî amadekariyekê ye ji bo Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan ku bi beşdariya zêdetirî 800 ciwanên ji 47 welatan li Hewlêrê birêve diçe.
Arîn Mesrûr Barzanî êvara roja Duşemê, 23ê Mijdarê, di çarçoveya civîneke Tora Hêviyê ya Cîhanî de li Akrê, pêşwazî li Wezîra Karûbarên Ciwanan a Şahnişîna Behreynê Xanim Rewan bint Necîb Tewfîqî kir.

Ev xwarina êvarê ya pêşwaziyê ku bi hevkariya Dezgeha Kurdistanê hatibû sazkirin, berî destpêkirina Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan a Kurdistanê 2026an ku biryar e di rojên 24 heta 26ê Mijdarê de li Hewlêrê birêve biçe, mêvanên navdewletî û nûnerên ciwanan li hev kom kirin.

Civînê beşdariya ciwanên navdewletî bi mêvandariya kurdî, muzîka resen û danûstandina çandî re têkel kir; bi vê yekê derfetek da mêvanan da ku ji nêzîk ve aşnayî mîrateya çandî ya Herêma Kurdistanê bibin û di heman demê de peywendiyên di navbera dezgehên beşdar de bihêztir bikin.

Herwiha çalakî rengvedana peywendiyên geşbûyî yên di navbera Dezgeha Kurdistanê û Tora Hêviyê ya Cîhanî de bû, ku destpêşxeriyeke navdewletî ye bi serokatiya Behreynê ji bo bihêzkirina ciwanan, geşepêdana serkirdayetiyê, dahênan û pevguhertina ezmûnên serkeftî di navbera welatên beşdar de.

 Bihêzkirina peywendiyên Kurdistan û Behreynê
Civîna Akrê piştî çendîn salan ji peywendî û karê hevbeş ê di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Behreynê de tê, ku civînên dîplomatîk ên astbilind û hevkariya di navbera saziyên hikûmî û dezgehên taybet bi ciwanan de li xwe girtiye.

Di 10ê Berçileya 2024an de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Arîn Barzanî wekî Berpirsê Yekeya Encûmena Hevkariya Kendavê (GCC) li Nivîsgeha Serokwezîr, serdaneke fermî bo Behreynê pêk anî û ligel Şah Hemed bin Îsa Al Xelîfe û Şazadeyê Cînişîn û Serokwezîrê Behreynê Şazade Selman bin Hemed Al Xelîfe civiyan. Di serdanê de herdu aliyan behsa bihêzkirina peywendiyên dualî, berfirehkirina hemahengiyê û diyarkirina derfetên hevkariyê di warên girîng ên hevbeş de kir.

Wan peywendiyên astbilind alîkarî di xurtkirina peywendiyên giştî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Behreynê de kir, ku zemîneyeke girîng ji bo hevkariyên paşê di warên geşepêdana ciwanan, hevbeşiya saziyî û danûstandina çandî de peyda kir.

Peywendiyên Arîn Barzanî ligel welatên Kendavê, di nav wan de Behreyn, Îmarat û Qeter, beşek in ji karên wî yên ji bo girêdana Herêma Kurdistanê bi saziyên herêmî û derfetên navdewletî ve. Herwiha bi rêya serkirdayetiya Dezgeha Kurdistanê, Arîn Barzanî piştgirî da pêşxistina hevbeşiyên navdewletî ku tekeziyê li ser bihêzkirina ciwanan, xurtkirina derfetên xwendinê û handana pevguhertina zanyariyan dikin.

 Beşdariya Dezgeha Kurdistanê di Tora Hêviyê ya Cîhanî de
Di sala 2025an de werçerxaneke girîng di peywendiyan de çêbû, dema ku Dezgeha Kurdistanê bû endama Tora Hêviyê ya Cîhanî. Bi rênîşanderî û dîdgeha damezrînerê xwe Arîn Barzanî, şandeyeke dezgehê di 22ê Tebaxa 2025an de li ser vexwendina Wezareta Karûbarên Ciwanan a şahnişînê serdana Behreynê kir. Şandeya ku bi serokatiya Dr. Yara Berzincî bû, ligel berpirsên Behreynê, di nav wan de Wezîr Rewan bint Necîb Tewfîqî, civiya ji bo gotûbêjkirina hevkariyê di warên geşepêdana ciwanan, danûstandina çandî, dahênan û hevbeşiya saziyî de.

Piştre di civîneke Tora Hêviyê de di Cotmeha 2025an de, endametiya Dezgeha Kurdistanê hat ragihandin, ku vê yekê Herêma Kurdistanê zêdetir bi platformeke navdewletî ya taybet bi bihêzkirina ciwanan ve girê da.

Tora Hêviyê ya Cîhanî ku di sala 2024an de ji aliyê Şahnişîna Behreynê ve hatiye damezrandin, wezaretên ciwanan, saziyên hikûmî û rêxistinan li hev kom dike ji bo pevguhertina ezmûnên niştimanî yên serkeftî û dîtina çareseriyan ji bo wan astengiyên ku rûbirûyî nifşê nû dibin. Tor bi rêya civîn û çalakiyên xwe yên navdewletî, nûnerên beşdar han dide ku baştirîn ezmûnan di warên xwendin, derfetên kar, karsazî, dahênan û serkirdayetiyê de parve bikin.

Dezgeha Kurdistanê beşdarî di çalakiyên navdewletî yên torê de kiriye û di gotûbêjên li ser destpêşxeriyên taybet bi ciwanan û derfetên hevkariyê ligel saziyên beşdar de cih girtiye. Civîna Akrê jî bi anîna nûnerên navdewletî bo Herêma Kurdistanê berî destpêkirina lûtkeya sêrojî ya cîhanî ya ciwanan, derfeteke din ji bo bihêzkirina van peywendiyan peyda kir.

 Dîdgeha Arîn Barzanî ya ji bo bihêzkirina ciwanan
Wekî damezrînerê Dezgeha Kurdistanê, Arîn Barzanî bihêzkirina ciwanan, perwerde, domdarî û geşepêdana civakê xistiye navenda karên dezgehê.

Dezgeh di sala 2024an de hatiye damezrandin û bi rêya sê stûnên sereke kar dike: Aîdbûn (Belong), Avakirin (Build) û Bûn (Become).

Destpêşxeriyên wê ev in: Xwebexş (Volunteer.KRD), Kar (Jobs.KRD), Keşûhewa (Climate.KRD), Bihêzkirin (Empower.KRD), 10 Pirsgirêk û 10 Çareserî (10 Problems, 10 Solutions) û Navenda Ciwanan (Youth Hub), ku bi rêya karê xwebexşiyê, peydakirina derfetên kar, dahênan û beşdariya civakî piştgiriya ciwanan dikin.

Destpêşxeriyên Dezgeha Kurdistanê gihiştine zêdetirî du milyon sûdmendan û di sala 2026an de 38 proje hatine cîbicîkirin.