Jotiar Murad
Reporter
Li Hewlêrê civîna biryardanê birêve diçe
Aliyên siyasî dê pirsa serokatiyê yekalî bikin.
K24- Hewlêr
Aliyên siyasî bo cara pêncem li Hewlêrê dicivin, Fûad Hisên jî radigehînê ku dê çend biryar werin pesendkirin, parlemento jî çaverê dike.
Biryare îro, 26ê Tebaxê, demjimêr 11:00 li hola Seid Ebdulla ya Hewlêrê her 5 aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi mebesta yekalîkirina pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê, civînên xwe berdewam bikin.
Derbarê civînê de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên, ragehand ku dê biryar derbarê pirsa serokatiyê û çend biryarên din bê dayîn.
Civîna yekem roja 18ê mehê bi amadebûna nûnerên Amerîka, Brîtanya û Neteweyên Yekbûyî li Hewlêrê destpêkiribû. Nûnerên biyanî daxwaza çareserkirina pirsgirêgan bi danûstandin û lihevkirinê kiribûn.
Di dawiya civîna çarem de, ku li Silêmaniyê birêve çûbû, Fûad Hisên ji rojnamevanan re got: “Di civînê de behsa Yasaya Serokatiya Herêm (Kurdistan) û çawaniya danûstanê ligel yasya kevin û wan raportên ku aliyan pêşkeş kirine, hatiye kirin û xalên cuda û hevbeş hatin diyarkirin, di hinek xal de ji hev nêzîk bûn û xalên hevbeş jî hene, herwiha çend xalên cûda jî hene, hemû xal jî hatine nivîsandin.”
Fûad Hisên tekez kir jî ku di civîna îro de “dê her pênc alî biryar bidin û pêwîste di civînê de bigehine xalên rêkeftinê û bi biryarek ya du û sê biryar derkevin.”
Ji aliyê xwe ve, Şêwermendê Parlementoya Kurdistanê Kardo Mihmed ji K24ê re ragehandiye ku, civîna parlementoyê çaverêyî lihevkirina aliyên siyasî ye.
Li gor zanyariyên taybet jî, dê Komîteya Yasayî ya Parlementoya Kurdistanê rapora xwe ya derbarê pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê de li ser bingeha lihevkirina aliyên siyasî dabirêje.