
Jotiar Murad
Reporter
Elmanya 1200 leşkeran dişîne Sûriyê
Hikûmeta Elmanyayê dixwaze beriya serê salê leşkeran bişîne Sûriyê

K24- Navenda Nûçeyan
Serokerkaniya Artêşa Elmanyayê hewl dide ku hezar û 200 leşkerî bo şerê li dijî DAIŞê bişîne Sûriyê.
Roja Pêncşema borî, Hikûmeta Elmanyayê li ser daxwaza Serokê Fransayê, François Hollande, birayr da ku beşdarî şerê li dijî DAŞê bibe.
Derbarê biryarê de, Serokerkanê Artêşa Elmanyayê, Volcker Viker îro, 29ê Mijdarê, ji heftenameya Bild a Elmanî re ragehand ku, ew hewl didin hezar û 200 leşkerî beşdarî şerê li dijî DAIŞê bikin.
Volcker Viker diyar kir ku, dê Elmanya bi rêya firokeyên çavdêriyê û keştiyek leşkerî çend erkên din ên lojestîkî ligel hevpeymaniya navdewletî beşdarî şerê li dijî DAIŞ li Sûriyê bibe.
Biryar jî niha li cem Parlementoya Elmanyayê, ji bo ku ew jî biryar li ser bide. Volcker Viker got jî ku, hikûmeta dixwaze beriya dawiya vê salê, wê biryarê cîbicî bike.