Lûtkeyeke Siûdî-Amerîkî birêve diçe

çendîn babetên girîng ên di rojeva Rojhilata Navîn de dê werin gotûbêjkirin

Lûtkeyeke Siûdî-Amerîkî birêve diçe
Lûtkeyeke Siûdî-Amerîkî birêve diçe

K24- Navenda Nûçeyan

Şahê Erebistana Siûdiyê serdana Amerîkayê dike û ligel Obama çend pirsên girîng ên di rojevê de gotûbêj dike.

Şahê Siûdiyê, Selman kurê Ebdulezîz, yekemîn serdana xwe bo Amerîkayê roja Îna bê (4ê Îlonê) encamdide, ew jî li ser vexwendineke fermî ji aliyê serokê wî welatî Barack Obama.

Di civînê de çendîn babetên girîng ên di rojeva Rojhilata Navîn de dê werin gotûbêjkirin, di destpêka wan de operasyonên hevpeymaniya navdewletî li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li Iraq û Sûriyê.

Herwiha metirsiyên Siûdiyê û welatên Kendava Erebî ji rêkeftina atomî ya welatên 5+1 ya ligel Îranê, dê mijara herî gerim a gotûbêjan be.

Pirsa çareserkirina krîza Sûriyê û çarenivîsa serokê rejîma wî welatî, Beşar Esed, dê mijareke din a gotûbêjên Selman û Obama be.

Rewşa Yemenê û şerê di navbera hêzên hikûmetê û çekdarên Hûsî de jî xaleke din a gotûbêjan e.

Di şîna şahê berê yê Siûdiyê, Ebullah kurê Ebdulezîz de, Selman kurê Ebdulezîz pêşwazî li Barack Obama kiribû.