Barzanî û aliyên siyasî li ser 7 xalan rêdikevin

Berjewdniyên niştimanî û beşdariya hemû pêkhateyan birensîpa lihevkiirnê ye

Barzanî û aliyên siyasî li ser 7 xalan rêdikevin
Barzanî û aliyên siyasî li ser 7 xalan rêdikevin

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî tekez li ser çareserkirina krîza siyasî kirin, ew jî bi berçavgirtina berjewendiyên niştimanî û piştguhnexistina ti alî û pêkhateyekê.

Nûnerên piraniya aliyên siyasî û pêkhateyan  li ser vexwendineke fermî duh, 1ê Îlonê, li Pîrmamê ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî civiyan.

Li gor daxuyaniyekê ku li ser malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin, di vê civînê de metirsî û gefên li ser Herêma Kurdistanê û qeyranên siyasî navxweyî û babeta serokatiyê û sedemên derketin û kûrtirbûna krîzê û peydakirina çareseriyek ji bo derketina ji vê qonaxê xistin ber behs.

Herwiha Barzanî û nûnerên aliyên siyasî û pêkhateyan li ser van xalan rêkeftine:

Yekem: Bi berçavgirtina wan gef û derfetên ku li niha û paşaroja Herêma Kurdistanê de hene, pêwîste çareseriyekî nîştîmanî û gunca bi awayekî bilez bê peydakirin.

Dûyem: Di vê qonaxê de hemû partî û aliyên siyasî berpirsiyariyeke dîrokî li ser milên wane û pêwîste bi pişt girêdan bi bingehên lihevkirinê û bi berçavgirtina berjewendiyên bilind ên gel û nîştîman û daxwaziyên xelk û dûrketina ji nefesa tehedayan û hevdû şikandin û têkdana bexteweriya xelkê Kurdistanê, kar ji bo çareserkirina pirsgirêkan û hevdû nêzîkkirinê bikin û li vê de jî nabê bi tu awayekî hewla piştguhxistin û dûrxistina pêkhatan û aliyên siyasiyan bê dayîn.

Sêyem: Berdewambûna vê krîzê û çaresernekirina wê û herwiha rikgirtina aliyan li ser helwestên wan ne di xizmeta berjewendî û sazana nîştîmanî de ye û ziyanê digehîne destkeft û paşaroj û hêviyên gelê Kurdistanê.

Çarem: Hemû partî û aliyên siyasî û hemwelatiyek azade li derbirîna raya xwe ya di derbarê pirsgirêkên serekî yên welat û êdî rê nedin bi sedema helwestên siyasî, xelk û pêkhatên resen ên civaka Kurdistanê bên çewisandin, yan kar ji bo berçavnegirtin û kêmkirina mafên wan bikin.

Pêncem: Ji bo wê yekê ku Parlementoya Kurdistanê bi başî bikarê rol di çareserkirina pirsên çarenivîsaz de hebê û biryaran di bin çetir û sêwana parlementoyê de bên dayîn, pêwîste li xulên pêş de hemû partî kadirên xwe yên bilind û xwedena biryar bişînin parlementoyê.

Şeşem: Berdewamiya vê krîzê û karkirina ji bo dirustbûna valahî û astengkirina lihevkirin û kombûnan û girjî û şerê ragihandinê ziyanê bi pêgeha Herêma Kurdistanê digehîne û berevajiya berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê ye.

Heftem: Di civînê de qehremaniya Pêşmerge û xweragiriya xelkên Kurdistanê bilind nirxandin û bi pêwîstî jî zanîn ku hewlên ji bo derbasbûna ji qeyrana aborî û baştirkirina rewşa guzeraniya xelkê û xizmetguzariya welatiyan zêdetir bêne kirin.