Şahê Siûdiyê digehe Amerîkayê

dê çendîn mijarên gerim ên di rojeva Rojhilata Navîn de gotûbûj bike.

Şahê Siûdiyê digehe Amerîkayê
Şahê Siûdiyê digehe Amerîkayê

K24- Navenda Nûçeyan

Biryar e îro, 3 Îlonê, Şahê Siûdiyê bigehe Amerîkayê, dê ligel serokê wî welatî û berpirsên pilebilind jî bicive.

Şahê Erebistan Siûdiyê, Selman kurê Ebdulezîz bi serokatiya şandeke paye bilind serdana Washingtonê dike, herwiha dê çendîn mijarên gerim ên di rojeva Rojhilata Navîn de gotûbûj bike.

Şeva borî jî, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Adil el-Cubeyr hevdîtinek pêkanîn, bi mebesta amadekariyê bo hatina Selman kurê Ebdulezîz.

Şahê Siûdiyê dê sibe Înê civîna lutkeyê ligel Serokê Amerîkayê Barack Obama lidar bixe.

Di civîna lutkeyê de wê pirsên girêdayî rêkeftina atomî ya ligel Îranê, şerê li Yemen, krîza Sûriyê û bihêzkirina peywendiyên stratejî di navbera Riyad û Washingtonê de werin gotûbêjkirin.

Li gor pispor û dîplomatkaran jî, dê lutke bi rêkeftineke demdirêj derbarê bihêzkirina hevkariya ewlehî û aborî navbera Amerîka û Siûdiyê de were îmzekirin.

Di vê serdanê de her yek ji wezîrên derve, ragihandin, darayî, bazirganî û pîşeszaiyê, wezîrê tenduristiyê û parêzgarê desteya perepêdanê hevlatiya Şah Selman diki.