Jotiar Murad
Reporter
Îlan, wêneyê ku çîroka serpêhatiya penaxwazan kurt dike
Wêne bi berferehî li ser torên civakî belav bûye
K24- Hewlêr
Îlan yan jî “Firîşteyê Deryayê” bûye sîmbola serpêhatî, şepirzeyî û bêçarenivîsa penaxwazên Sûrî yên ku bi hêviya jiyaneke nû li qeyikên mirinê siwar dibin.
Îlan ê 3ê salî, yek ji 12 penaxwazên Sûrî ye ku qeyika wan li qeraxên Deryaya Spî li naveçeya Akyarla ya Bordûma Tirkiyê binav bûye, di encam de Îlan û 3 zarokên din ligel 4 jinan mirin, 2 kesan jî xwe xilas kiriye û çarenivîsa her duyên din jî nediyar e.

Ji nav wan qurbaniyan, Îlan ê 3 salî bala hemû dinyayê kişand û wijdanê mirovatiyê hejand. Îlan bi kenzeyê xwe yê sor, şalê xwe yê şîn û pilava xwe ya biçûk, li ser qûma beravê bi zik ve dirêjkirî ye.
Wî dixwast wek hemû zarokên nifşê xwe, xeweke şêrîn di hembêza dayika xwe de li cihekî aram û asûde bike. Lê Îlan dê êdî wê xewnê nebîne û di hembêza mirinê de, mirinek ji nişkê ve û bê navnîşan, xewek dirêj bike.

Îlan ligel dayik, bav û birayê xwe yê bi navê Xalib, wek hemû penaxwazên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, bi hêviya jiyaneke asûde û birûmet ji şerê li Sûriyê revîn, lê pêlên deriyayê hêviyên wan şûştin û canê Îlan û Xalib jî bi xwe re birin, bav winda kirin û dayîk jî bi dilekî şewitî li nexweşxaneyeke Tirkiyê ye.
Lê çîrokek din heye ku dibêje, tenê bavê Îlan (Mihemed Kurdî 39 sal) sax maye û Îlan, Xalib û dayika wan (Rîhan Kurdî 35 sal) xeniqî ne, lewma K24ê nikariye wan zanyariyan ji aliyekî fermî piştrast bike.

Wêneyên Îlan ê ku polîsekî Tirk li ser serê wî rawestiya ye û bi pênvîsa xwe hijmarekê dide termê wî û li ser kaxezê tomar dike, çîroka penaxwazan kurt dike.
Wêne li ser hemû torên civakî û bi nivîs û gotinên bi zimanê cuda belva bûye.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, bêhti ji 2 hezar û 500 penaxwaz di Deryaya Spî de xeniqî ne. Penaber ji Tirkiyê bi rêya qeyikan diçin girava Kos a Yonanistanê, da ku ji wêde jî çend welatên din bi piyan û otombîlan bibirin heta ku bigehin welatê armanc.

Ew gotin bi tîpên nazik êşa bînerên wêneyê diyar dike, lê heta niha serpêhatiya penaxwazên ku tenê jiyanê dixwazin bidawî nehatiye, pirsyara ku li vir derdikeve holê ew e ku: Gelo Îlanê 3 salî dê bibe facterek ji bo bidawîanîna serpêhatiya penaxwazan, yan jî dê pêlên deryayê gelek hêviyên bêyî xwedî ber bi jiyanek asûde ve bibin.?