Jotiar Murad
Reporter
Îran û Iraq peywendiyên aborî bihêztir dikin
Zêbarî li Tehranê ye
K24- Hewlêr
Îran û Iraq li ser geşkirina peywendiyên xwe rêdikevin, di warê aboriyê de jî astê veguhertina bazirganî di paşerojê de digehe 20 milyar dolarî.
Ev yek di çarçoveya hevdîtina Wezîrê Aborî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî ligel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf de îro, 6ê Îlonê, li Tehranê hatiye.
Zerîf û Zêbarî tekez li ser geşkirina peywendiyên cuda di navbera Tehran û Bexdayê de kirin.
Herwiha Zerîf hêviya serkeftinê di bihêzkirina yekîtî û ewlehî û seqamgêriyê de ji serkirdayetiya Iraqî re xwest.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Aborî û Darayî yê Îranê, Elî Teyib Niya piştî pêşwazîkirina Zêbarî ragehand ku, qasê veguhertina bazirganî di navbera Îran û Iraqê de niha bêhtir ji 12 milyar dolarî ye.
Niya amaje kir jî ku, ew ligel hevşanê xwe yê Iraqî li ser zêdekirina astê veguhertina bazirganî bo 20 milyar dolar “di paşeroja nêzîk de” lihevkiriye.