Yekgirtûya Islamî: Divê biryara yekalîker bê dayîn

    Yekgirtûya Islamî: Divê biryara yekalîker bê dayîn
Yekgirtûya Islamî: Divê biryara yekalîker bê dayîn

 

K24- Hewlêr

Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê radigehîne ku, pêwîste aliyên siyasî di civîna bê de pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê yekalî bikin “ji ber ku xelik nikare çaverê bike.”

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Islamî, Mihemed Ferec di konferensekî rojnamevanî de îro, 7ê Îlonê, li Hewlêrê got ku, paşxistina civîna vê heftiyê ji bo wê yekê bû ku “hinek aliyên siyasî di nav xwe de bêhtir gotûbêjan bikin.”

Biryar bû duh Yekşemê heftemîn civîna aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi mebesta çareserkirina krîza serokatiyê birêve çûba, lê li ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civîn hatibû paşxistin, li gor daxuyaniyeke Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê.

Lê endamê polîtbîroya YNKê Seidî Pîre di daxuyaniyekê de ji K24ê re red kir ku wan daxwaza paşxistina civînê kiribe.

Mihemed Ferec diyar kir jî ku, xelkên Kurdistanê nikarin çaverêyî civîn li pey civînê bikin “lewma pêwîste di civîna Yekşema bê de, biryar bê dayîn, dive biryar jî di berjewendiya xelkê Kurdistanê de be.”