Jotiar Murad
Reporter
Rûsya: Piştgiriya me ji Esed re berçav e, ne veşartî ye
Firokexaneyek Sûriyê ketiye bin kontrola artêşa Rûsyayê.
K24- Navenda Nûçeyan
Rûsya tekez li ser piştgirîkirina rejîma Sûriyê dike, herwiha firoke, çek û teqemeniyan dişîne wî welatî, Wezareta Derve ya Rûsyayê jî tekez dike ku, piştgriya wan ji Esed re berçav e û neveşartî ye.
Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de duh, 7ê Îlonê, ragehand ku, helwesta wê ji rejîma Sûriyê û serokê wê Beşar Esed nehatiye guhertin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku Rûsya “Serokên biyanî diyar nake û wan ranake jî..ne ji cem xwe û ne jî bipîlan ligel aliyên din.“
Ew daxuyanî di demekê de hate ku, çend raporên medyayî amaje bi guhertina helwetsa Moskoyê ji rejîma Şamê kiribûn.
Ji aliyek di ve, Firokexaneya Laziqiye radestî hêzên Rûsî hatiye kirin, dê nêzîk jî firokeyên leşkerî yên wî welatî bi mebesta “lêxistina terorê” li Sûriyê, bifirin.
Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de amaje dike jî ku, ew çek, teqemenî, leşker û pisporên leşkerî yên bo Sûriyê hatine şandin ji bo “rûbirûbûna terorê” ne.
Çavkaniyên opozîsyona Sûriyê tekez kirin jî ku, feramndarên payebilind ên artêşa Rûsyayê, hejmareke zêde ji çek ligel çend grûpan ji hêzên bejayî gehiştine Firokexaneya Laziqiye. Nêzîk jî dê firokeyên MIG-31 ên şerker û firokeyên çavdêriyê bigehin wê firokexaneyê.
Rojnameya el-Heyat a Londonî jî belav kiriye ku “Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dixwaze hevsengiya leşkerî li Sûriyê biparêze û nehêle ku artêşa Sûriyê jihev bikeve, ji bo ku lihevkirine siyasî û pêkanîna desthilateke veguhêz li ser bingeha daxuyaniya Cenêvê, bisepîne.“
Rûsya wek welatê herî bihêz ê ku alîkariya rejîma Sûriyê dike tê naksirin, Wezareta Derve ya Rûsyayê jî dibêje ku, ew piştgirî diyar e û neveşartî ye.