Jotiar Murad
Reporter
Serokwezîrê Iraqê 123 berpirsên hikûmetê ji kar dûr dixe
Heta nihe ne diyarin ew berpirs ser bi çi wezaretan ve ne.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê 123 berpirsên payebilind ji kar dûr xistin û soza berdewamiya “çaksaziyê” dide.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh, 9ê Îlonê, biryar da ku 123 birîkarên wezaretan û rêveberên giştî ji ser kar bên dûrxistin.
Ebadî di li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê armanca wê biryarê bo “berdewamî li ser plana çaksaziyê, ji bo aktîvkirina dezgehên dewletê” vegerandiye.
Heta niha jî nediyar e ew berpisên ku ji kar hatine dûrxistin, ser bi çi wezaretê ve ne.
Roja 16ê Tebaxê jî, Ebadî biryara hilweşandina 13 wezaretên Hikûmeta Iraqê dabû, herwiha biryara nehiştina postên cîgirên serokomar û serokê parlememtoyê jî dabû.
Roja 9ê Tebaxê Ebadî plana xwe pêşkeş kiribû, encûmen wezîran û Parlementoya Iraqê jî pesend kiribûn.
Ev çaksaziyên ku Ebadî soza cîbicîkirina wan daye, bi piştgiriya rêberê Şîeyên Iraqê, Elî Sîstanî ye, herwiha Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji wê planê re ragehandiye.