AKPê dest bi 5emîn kongreya xwe ya asayî dike

Davutoglu take berbijêrê serokatiyê ye

AKPê dest bi 5emîn kongreya xwe ya asayî dike
AKPê dest bi 5emîn kongreya xwe ya asayî dike

K24- Navenda Nûçeyan

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) dest bi 5emîn kongreya xwe ya asayî kir, Davutoglu jî take berpijêr serokatiyê ye.

5mîn Kongreya Asayî ya Mezin a AKPê ku li Salona Arena Spor a Enqereyê îro, 12ê Îlonê, bi rê ve diçe, tenê lîsteyeke Desteya Rêveber a Navenda Biryaran heye. Di rojeva kongreyê de, hilbijartina serokê giştî, endamên desteya navborî, desteya disiplîne û organên din û guhertina peyrewa navxwe heye.

Kongreya AKPê di reşwek cûdatir ji her 4 kongreyên çûyîn de bi rê ve dice, ew jî piştî ku partiya navborî nikarî bi tena serê xwe hikûmetê pêk bîne û ti aliyekî opozîsyonê jî di wê derbarê de jê re nebû hevpeyman.

Ji bilî pirsa kêmbûna dengên ku AKPê di hilbijartinên 7ê Hezîranê de bidest xistine, niha rexneyên tund li hikûmeta AKPê tê girtin, ji ber destpêkirina şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ku niha Tirkiyê bi giştî û Bakurê Kurdistanê bi taybetî xistiye aloziyeke mezin.

Di 5mîn Kongreya Asayî ya Mezin a AKPê de, yek berbijêr heye û ew jî Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ye. Di kongreyê de, dê hezar û 445 delege ji bo Serokê Giştî yê AKPê û Serokwezîr Ehmed Davutoglu biçin ser sindoqan.

Ji bo kongreyê 300 mêvanên biyanî, 50 kanalên navxwe, 20 navdewletî bi giştî 800 medyakar hatine vexwendin. Ji Herêma Kurdistanê jî nûnerên PDK, YNK, Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî ya Kurdistanê beşdar dibin.