Fûad Hisên: Aliyên siyasî ji bo lihevkirinê û ne ji bo milmilaniyê lihev dicivin

Civîan 7emîn jî ya aliyên siyasî nikarî pirsa serokatiyê çareser bike.

Fûad Hisên: Aliyên siyasî ji bo lihevkirinê û ne ji bo milmilaniyê lihev dicivin
Fûad Hisên: Aliyên siyasî ji bo lihevkirinê û ne ji bo milmilaniyê lihev dicivin

K24- Hewlêr

Civîna 7emîn a aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li ser pirsa serokatiyê bê encam bidawî hat, Fûad Hisên jî dibêje ku, ew civîn ji bo lihevkirinê ne û ne ji bo milmilaniya siyasî ye.

Aliyên siyasî yên ku duh, 13ê Îlonê, li ser pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê bo cara 7em civiya bûn, nikarîn wê pirsê yekalî bikin û bo civîna Pêncşema hat paşxistin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên, hêvî xwest ku krîza serokatiyê beriya Cejna Qurbanê were çareserkirin.

Fûad Hisên di konferaneke rojnamevanî de piştî bidawîhatina civîna 7emîn ji pêş hola Seid Ebdulla ya Hewlêrê ragehand ku, aliyên siyasî pêşniyarên xwe pêşkeş kirin “dê li serkirdeyên xwe vegerin û nêrîna xwe bi nivîskî di civîna roja Pêncşemê de pêşkeş bikin.”

Civîn ji 19ê Tebaxê ve bi mebesta çareserkirina krîza serokatiyê li Herêma Kurdistanê destpê kirine, lê heta niha aliyên siyasî negehiştina ti rêkeftinekê.

Hisên amaje bi dilgiraniya xelkê ji rênekeftina aliyên siyasî derbarê pirsa serokatiyê de kir û got: “Rast e cadeya Kurdî dilgiran e, lê girîngtirîn tişt ew e ku, baweriya her 5 aliyên siyasî bi wê yekê heye ku wê pirsê bi rêya gotûbêjan çareser bikin, ew civîn ne ji bo zêdekirina milmilaniya siyasî ye, lê belê ji bo gehiştina bi lihevkirineke niştimanî û rêkeftinê ye.”

Di civîna 5emîn de, Hisên ragehandibû ku, aliyên siyasî li ser 13 xalan li hev kirine, lê çend xalên cihê nakokiyê hene ku niha gotûbêj li ser wan tê kirin.

Du xalên sereke yên nakokiyê di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û 4 aliyên din de (Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Goranê, Komela Islamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê), desthilatên sereke yên Serokê Herêma Kurdistanê di warê leşkerî, siyaseta derve û peywendiyan de, herwiha mîkanîzma hilbijartinê ye.

PDK rijd e li ser wê yekê ku, divê Serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî rasterast ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, 4 aliyên din jî dibêjin ku divê di hola Parlementoya Kurdistanê de were hilbijartin.

Rayedarên PDK tekez dikin jî ku, eger pirsa mîkanîzima serok di navbera aliyên siyasî de neyê yekalî kirin, divê xelk bi rêya sednoqên dengdanê çareseriyekê bibînin.