Rûsya tank, leşker û firokeyan li Sûriyê bicih dike

Amerîka piştrast dike û rejîma Sûriyê red dike

Rûsya tank, leşker û firokeyan li Sûriyê bicih dike
Rûsya tank, leşker û firokeyan li Sûriyê bicih dike

K24- Navenda Nûçeyan

Rûsya hêzên xwe yên bejayî û çekên giran li firokexaneyeke Sûriyê bleva dike. Amerîka vê yekê piştrast dike û rejîma Sûriyê jî red dike.

Du berpirsên leşkerî yên Amerîkî, ku navê wan nehatiye eşkere kirin, duh, 14ê Îlonê, ji Reutersê re ragehandine ku, Rûsyayê “9” tankên ji cûrê (T-90) li firokexaneyekê li parêzgeha Laziqiyê belav kiriye.

Parêzgeha Laziqiyê yek ji parêzgehên sereke yên ku piştgiriya rejîma Sûriyê dike, herwiha zêda serokê rejîmê Beşar Esed jî li wê parêzgehê ye.

Derbarê mijarê de, Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon), Jeff Davis, di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: “Me tevgera hin kes û tiştan dîtiye, ku diyar e ew dixwazin binkeyeke leşkerî wek bingeheke sereke ji operasyonên esmanî re ava bikin.”

Li gor raporên hatine belavkirin, ew firokexaneya ku hêz, tank, firoke û topxaneyên Rûsî lê cihgirtine, dikeve başûrê Laziqiyê, lê heta niha ti zanyariyên hûr li ser wan hewldanên Mokskoyê li navçeyê belav nebûne.

Herwiha berpirsên Amerîkî wê yekê jî eşkere dikin ku, heta niha Rûsyayê 200 leşker ji hêzên bejayî û deryayî li wê firokexaneyê bicih kiriye. Di hefteya borî de jî, Rûsyayê rojane du firokeyên leşkerî yên barhelgir dişandin wê firokexaneyê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov tekez dike ku, ew çek û teqemeniyan ji Artêşa Sûriyê re dişînin, ligel wan jî pisporên leşkrî ji bo perwerdekirina leşkerên Sûrî jî hene.

Lavrov bi eşkere dibêje jî ku, piştgiriya wan bo rejîma Sûriyê ne bi awayekî veşartî ye û ew dê li ser jî berdewam bin.

Lê balyozê Sûriya li Moskoyê, Riyad Hedad, red kir ku ti hêzên bejayî yên Moskoyê li ser axa Sûriyê hebin.

Hêjayê gotinê ye ku, binkeyeke leşkerî ya Rûsî li kenarên Deryaya Spî li parêzgeha Tertûsê ye Sûrî heye.