Jotiar Murad
Reporter
Hejmara kuştiyên teqînên Hesekê digehe 32 kesan
Teqînan rêbendeke asayişê û navendeke hêzên rejîm kiribûn armanc
K24- Navenda Nûçeyan
Hejmara kuştiyên ku ji encama du teqînên bajarê Hesekê de ketine, gehiştiye 32 kesan û bi dehan birîndar jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de îro, 15ê Îlonê, ragehand ku, di nav kuştiyan de 19 kesên sivîl hene.
Teqîna yekem rêbendeke asayişa Hesekê li navçeya Xişman kiribû armanc, di encam de 6 endamên asayişê can ji dest dabûn.
Teqîna duyem jî li navendeneke hêzên rejîma Sûriyê li Hesekê pêkhatibû û 7 leşker jî hatibûn kuştin.
Lê Ajansa Fermî ya Sûriyê SANAyê belav kiriye ku, hejmara kuştiyên her du teqînan geiştiye 26 kesan.
Li gor Rewangeha Sûrî jî, di teqînan de bêhtir ji 50 kesî birîndar bûne, ku niha li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Bajarê Hesekê di bin kontrola asayişê û hêzên rejîma Sûriyê û alîgirên wê de ye, li derdodra bajar jî çekdarên DAIŞê ne.