Salek bi ser destpêka şerê Kobanê de derbas dibe

Bajar wêran bûye û praniya xelkên wê hê koçber û derbider in.

Salek bi ser destpêka şerê Kobanê de derbas dibe
Salek bi ser destpêka şerê Kobanê de derbas dibe

K24- Navenda Nûçeyan

Îro, 15ê Îlonê, salek li ser êrîşa çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bo ser Kobanê derbas dibe, niha bajar di bin destê Kurdan de ye, lê wêran bûye û hewldanên dubare avakirinê wek pêwîst birêve naçin.

Roja 15ê Îlona sala 2014an, rêxistina DAIŞê bi hezaran çekdar û çekên giran ên curbicurê êrîşî Kobanê kirin, bi mebesta dagîrkirina wê, lê plana wan piştî 133 rojan hat pûçkirin û çekdar rastî şikestineke mezin jî hatin.

Çekdaran dixwestin bi kontrolkirina Kobanê, sînorekî “dewleta” xwe ya ku ji dagîrkirina çend navçeyên Iraq û Sûriyê pêk tê, ligel Tirkiyê jî çêbikin.

Roja 20ê Cotmeha sala 2014an, firokeyên Amerîkî 20 ton ji çek, teqemenî û alîkariyên leşkerî, ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatibûne peydakirin, bi rêya esmanan ji şervanên Kurd li bajarê Kobanê re avêtine.

Lê tevî wê yekê jî, balansa hêzê di dest çekdarên DAIŞê de bû, ji ber ku çekên ku ji artêşa Iraq û artêşa Sûriyê standibûn, di êrîşa li ser Kobanê de bikar dianîn. Şervanên Kurd jî tenê bi çekên sivik û navend li ber xwe didan.

Ji ber sedema borî, metirsiya ketina Kobanê zêdetir dibû, bi taybet jî ji ber ku 3 aliyên herêmê di bin kontrola DAIŞê de bû û aliyê çarem jî sînorê Tirkiyê bû, lewma rêya gehandina alîkariyan bi rêyên bejayî bo şervanên Kurd nebû.

Ji bo parastin û rizgarkirina bajêr, roja 31ê Cotmeha 2014an 151 Pêşmergeyên Kurdistanê bi çekên sivik, navend û giran derbasî Kobanê bûn.

Çûna Pêşmergeyan bo Kobanê, piştî rêkeftina Herêma Kurdistanê, Amerîka û Tirkiyê hat, li gor wê rêkeftinê Enqerê rê da ku karwanên Hêzên Pêşmerge ji axa wê derbasî Kobanê bibin.

Bi giştî jî 4 karwanên Pêşmerge çûn Kobanê, heta rizgar kirina wê di 26ê Çileya sala 2015an de, karwana dawî jî roja 29ê Nîsanê Kobanê bicih hişt û vegeriya Herêma Kurdistanê.

Di şerê 133 rojan de hezar û 607 şehî û kuştî

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di şer û pevçûnên Kobanê de, hezar û 607 kesên sivîl, şervan û çekdar hatine kuştin.

Di nav wê amarê de, hezar û 91 kuştiyên DAIŞê hene, ku ji encama bombebaran firokeyan, topbrana Pêşmergeyan û êrîşên şervanên Kurd hatine kuştin.

Herwiha 32 kesên sivîl jî hene, ku ji wan 17 kes ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin.

Di nav YPGê û YPJê de jî, 462 şervan şehîd ketine. Tevî şehîdbûna Pêşmergeyekî bi nave Zêrevan Ekrem Mizûrî.

Herwiha di nav şervanên Artêşa Azad de, yên ku alîkariya şervanên Kurd dikirin, 21 şehîd hebûn.

Lê YPGê di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, hejmara kuştiyên DAIŞê 3 hezar û 710 çekdar bû. Tevî şehîdbûna 408 şervanan.

Arîn Mîrkan

Di şerê azadkirina Kobanê de gelek dîmenên trajîdiya û qehremaniyê derketin, yek ji wan jî awayê şehîdbûna fermandara YPJê, Arîn Mîrkan bû.

Arîn Mîrkan ku yek ji fermandeyên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bû, roja 5ê Cotmeha sala 2014an, li eniya rojhilatê Kobanê bi tena xwe û bi bombeyan êrîş kir ser komek çekdarên DAIŞê û xwe bi wan de teqand û 20 çekdarên jî kuştin.

Arîn ku ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bû, piştî ku hemû bombeyên xwe li dijî çekdarên DAIŞê bikar tîne, xwe di nav komek çekdar de li gundê Mişte Nûr diteqîne û hejmarek zêde ji çekdarên DAIŞê dikuje.

Ew yekeîmn car bû jî ku şervanek Kurd xwe di nav çedarên DAIŞê de diteqîne.

Dîmenên piştî azadkirinê

Piştî azadkirina Kobanê, dîmenan derxistin ku ziyanên madî yên mezin gehane Kobanê û bajar wêran û kavil bûye.

Ew yek jî bû rêgir li pêş vegera koçber û derbiderên Kobanê, yên ku heta niha li Tirkiyê, Bakur û Başûrê Kurdistanê dimînin.

Lê niha hewldanên dubare avakirina bajêr tên dayîn, lê belê her ne li got pêwîstin, ji ber gelek sedeman û di destpêkê de sedemên darayî.

Ew bajarê wêran jî bû sembola berxwedana li dijî DAIŞê û şikandina wê rêxistinê li ser destê Kurdan.