Jotiar Murad
Reporter
Berpirsê Peywendiyên PDK: Pêşmegeyên Rojava dê vegerin Rojavayê Kurdistanê
“Dê ligel PYD şerê DAIŞê bikin.”
K24- Hewlêr
Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDK dibêje ku, dê Pêşmergeyên Rojava vegerin Rojavayê Kurdistanê û navçeyên xwe biparêzin.
Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî duh, 15ê Îlonê, li ser rûpela xwe ya taybet a Twitterê belav kiriye ku “Pêşmergeyên Rojava yên ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine perwerdekirin vegerine Rojava.”
Hewramî dibêje jî ku, dê ew Pêşmerge “tevlî PYD bibin di şerê li dijî DAIŞê de, ji bo parastina navçeyên Kurdî.”
Ev gotinên Hewramî di demekê de tên ku duh Sêşemê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, ligel Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim li Hewlêrê civiya bû.
Barzanî di civînê de tekez li ser pêwîstiya pêbendbûna aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi rêkeftina Dihokê û parastina yekparçeyiya Rojava kiriye.
Piştî civîna Barzanî û Mislim, şandeyeke hevbeş ji Wezareta Derve ya Amerîka û Artêşa Amerîkayê tevlî civînê bibûn. Lê heta niha ti zanyarî derbarê hûrgiliyên wê civînê de belav nebûne.