Amerîka: Dema çareserkirina krîza Sûriyê hatiye

Amerîka radigehîne ku, krîza Sûriyê demeke bêhtir ji pêwîst dirêj kiriye û pêwîste êdî çaresriyek jê re bê danîn.

Amerîka: Dema çareserkirina krîza Sûriyê hatiye
Amerîka: Dema çareserkirina krîza Sûriyê hatiye

K24- Navenda Nûçeyan

Amerîka radigehîne ku, krîza Sûriyê demeke bêhtir ji pêwîst dirêj kiriye û pêwîste êdî çaresriyek jê re bê danîn.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry bi gerekê gehiştiye Ewropayê, duh 18ê Îlonê, got ku, divê ew ezmûnên nû bidest bixin û rewşa Sûriyê ji nû ve helsengînin “lewma ez niha li Ewropayê me.”

Kerry ji televîzyona Chanel24 a Brîtanî re diyar kir jî ku, dibe Esed bi awayekî demkî di heyama bê de li ser desthilatê bimêne jî. Di demekê de ku Esed wek berpirsyar li ser kuştin û talana Sûriyê di 4 salên krîzê de ji aliyê Ewropa û Washingtonê tê binavkirin.

Daxuyaniya Kerry hevdemî birêveçûna “gotûbêjên leşkerî” di navbera Amerîka û Rûsyayê de tê.

Wezîrê Bergirî yê Amerîkayê Ashton Carter ligel hevşanê xwe yê Rûsî, Sergey Shoygu, duh Înê dest bi gotûbêjan kirine bi mebesta ku “ti rûbirûbûneke nexwestî” di navbera her du aliyan de li Sûriyê dernekeve.

Derbarê wan gotûbêjan de jî, Kerry da zanîn ku Serokê Amerîkayê Barack Obama “hêvî dixwaze ku ew gotûbêjên leşkerî çend bijardeyên cuda diyar bike, ji bo xwendina pêngava bê li Sûriyê.”

Raporên rojnamevanî yên ku li ser zarê berpirsên rojava û Washingtonê tên belav kirin, dibêjin ku niha Rûsyayê hejmareke zêde ji leşkeran û çekên giran li berava Sûriyê bicih kiriye, bi niyaza avakirina binke û firokexaneyeke leşkerî li wê navçeyê.