Merasîma sûndxwarinê li Koşka Itîhadiye bi amadebûna el-Sîsî birêve çû
Hikûmeta nû ya Misrê sûnda yasayî dixwe
K24- Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Mistrî ya nû bi serokatiya Şerîf Ismahil sûnda yasayî xwar.
Piştî ku Serokomarê Misrê Ebdulfeta el-Sîsî dest ji kar kêşana hikûmeta Ibrahîm Mehleb pesend kir, îro, 19ê Îlonê, wezîrên hikûmeta nû sûnda yasayî xwarin.
Merasîma sûndxwarinê li Koşka Itîhadiye bi amadebûna el-Sîsî birêve çû.
Hikûmeta nû jî ji 33 wezîran pêk tê, piştî ku di hikûmeta borî de hejmara wan 36 bû.
Piştî ku wezîrên hikûmeta Mehleb bi gendeliyê haitbû tohmetbarkirin, el-Sîsî, Şerfî Ismahîl bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar kiribû.