Putin destpêşxeriyekê bo çareserkirina krîza Sûriyê pêşkeş dike

3 qonaxan bo çareseriyê diyar dike

Putin destpêşxeriyekê bo çareserkirina krîza Sûriyê pêşkeş dike
Putin destpêşxeriyekê bo çareserkirina krîza Sûriyê pêşkeş dike

K24- Navenda Nûçeyan

Berpirsekî payebilind ê Rûsyayê ragehand ku, dê serokê wî welatî destpêşxeriyekê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê pêşkeş bike.

Balyozê Rûsya li Libnanê, Alexander Saspkin ji televîzyona Russia Today re îro, 19ê Îlonê, got ku, di civîna Netweyên Yekbûyî ya 28ê vê mehê de, dê serokê wî welatî Valdimir Putin destpêşxeriyeke ji “3 qonaxan” bo çareserkirina krîza Sûriyê pêşkeş bike.

Qonaxa yekem dê tekez li ser “pêwîstiya hevgirtina hemû aliyan bo lêxistina rêxistina DAIŞê li Sûriyê be, wek amadekariyekê bo lihevkirina siyasî.”

Li gor Alexander Saspkin jî, di qonaxa duyem de dê Putin daxwaz ji “hêzên herêmî û navdewletî yên bi bandor bike, da ku guvaşê bixe ser grûpên çekdar bo qebûlkirina çareseriya siyasî.”

Qonaxa sêyem jî ya destpêşxeriya Rûsî dê “hevgirtina hewldanên herêmî û navdewletî bo rawestandina çûna çekdarên radîkal bo Sûriyê û rawestandina alîkariyên darayî yên ku ji wan re diçin.”

Alexander Saspkin eşkere kir jî ku dê Mosko “Destpêşxeriya Putin ya ji bo pêkanîna eniyekê li dijî terorê, di navbera hemû aliyên herêmî di nav wan de welatên Kendava erebî jî, pêşkeşî civîna Encûmena Asayişa Navdewletî ya 30ê mehê bike.”

Ev yek di demekê de ye ku raporên rojnamevanî amaje bi civîneke nêzîk di navbera Putin û Serokê Amerîka Barack Obama de dikin.

Herwiha niha danûstandinên leşkerî derbarê Sûriyê di navbera Mosko û Washingtonê de dest pê kirine, piştî tevgerên leşkerîn yên Rûsya li Sûriyê.