Jotiar Murad
Reporter
Bi amadebûna PDK û YNK kongreyê PYD dest pê dike
KCK, HDP û BDP jî beşdar in.
K24- Hewlêr
Şeşemîn kongreyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê dest pê dike, bo yekemîn car jî şandeyek ji PDK beşdar dibe.
Kongira îro, 20ê Îlonê, demijmêr 09:00 li bajarokê Rimêlan destpê dike, dê du rojan jî berdewam be.
Cuda ji her 5 kongreyên borî, di kongreyê şeşem de, şandeyek ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi serokatiya endamê polîtbîroyê Kemal Kerûkî û endamtiya endamê serkirdayetiyê Serbest Lezgîn, beşdar dibin.
Beşdarbûna şandeya PDK piştî civîna Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, bi Hevserokê PYD Salih Mislim roja 15ê Îlonê tê.
Beriya niha di helkeftên cuda de serkirdeyên PDK, PYD bi astengkirin û têkdana karê hevbeş li Rojavayê Kurdistanê ligel Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), tohmetbar dikirin.
Di bermaber de jî serkirdeyên PYD û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ku PYD pêkhateya wê ya sereke ye, PDK bi tohmetên cuda tohmetbar dikirin.
Ev pêngava nû jî dê bibe wek destpêka rûpeleke nû ji peywendiyên di navbera PDK û PYD de, ew jî wê guhertinan li meydana siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li pey xwe bîne.
Ji bilî PDK, şandeyek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorranê, Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Partiya Demokratîk a Gelah (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) û hejmarek partiyên din ên Bakur û Başûrê Kurdistanê amade ne.
PYD roja 20ê Îlona 2003an hatiye avakirin, wek baskê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Rojavayê Kurdistanê tê zanîn, lê ew dibêje ku tenê edyolojiyaya wan hevbeş e.
Dijberên PYD ji Kurd û Ereban, wê bi têkiliya bi rejîma Sûriyê re tohmetbar dikin, herwiha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) wek baskên wê yên leşkerî didin zanîn.
Herwiha yek ji rexneyên din ên ku li PYD tê kirin ew e ku, destanîn li ser biryara siyasî û leşkerî ye li Rojavayê Kurdistanê.
Lê PYD van hemû tohmetan red dike û tekez dike ku, ew ligel pêkhate û aliyên din ên siyasî li Rojavayê Kurdistanê tev digere.
Rexneya herî mezin jî ku li PYD tê kirin ew e ku, ew dewleta serbixwe ya Kurdistanê bi hizrek kevin û “modela wê bi ser ve çûye” dide zanîn, herwiha daxwaza “Xweseriya Demokratîk” dike.