Jotiar Murad
Reporter
Serokatiya Herêma Kurdistanê ligel dezgehên medyayî dicive
Peyamek arasteyî wan tê kirin
K24- Hewlêr
Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ligel dezgehên medyayî dicive, dê çend hêviyan ji bo baştirkirina rewşa siyasî ji wan bike.
Civîn dê îro, 21ê Îlonê li Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê birêve biçe, ku tê de wê ji nûnerên dezgehên medyayî yên her 5 partiyê sereke yên Başûr Kurdistanê daxwaz ku “bi awayekî berpirsyarane” danûstanê ligel pirsa serokatiyê bikin.
Roja 17ê Îlonê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên, di konferenseke rojnamevanî de piştî bidawîhatina 8emîn civîna aliyên siyasî derbarê pirsa serokatiyê de, ragehand ku ew dê ligel dezgehên medyayê bicive.
Heta niha ne diyar e ku dê dezgehên medyayî yên “serbixwe” jî beşdarî civînê bibin, yan tenê dê dezgehên medyayî yên partiyan beşdar bin.
Fûad Hisên daxwaz ji dezgehên medyayî kiribû ku “bi awayekî berpirsyarane danûstanê bikin” û derbarê krîza serokatiyê de jî “ti aliyekî tohmetbar nekin.”